Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li lîstika şanoyê ya bi navê "Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din" temaşe kir ku ji hêla Şanoya Bajarê Mezin ê Amedê (ŞBDM) ve hatibû pêşandan.
Şanoya Bajarê Mezin ê Amedê (ŞBDM) ku xebatên xwe di çarçoveya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de didomîne, lîstika bi navê "Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêşkêş kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û gelek şanohezanî li lîstikê temaşe kir. Ev lîstik ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev ve hatiye nivîsandin, Dilawer Zeraq wergerandiye Kurdî û Berfin Emektar derhêneriya wê kiriye.
Lîstik, ku ji efsaneya Jeanne d’Arc hatiye girtin, nîşan dide ka mirov û kesayetî çawa ji aliyê îdeolojiyên serdest ên wekî dîn û netewperestiyê ve tên dorpêçkirin. Di heman demê de, hin îşaret li serdestên îroyîn jî hene. Lîstik ku bi hêmanên komediyê hatiye xemilandin, bi serkeftina Jeanne d’Arc li hember qelsiyên mirovî yên li pêşberî îdeolojiyên serdest, bi dawî dibe.
Â