Print this page

Qeydên kursên sporê yên ji bo jinan dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinan kursên sporê yên belaş vedike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo teşwîqkirina jiyaneke tendurist, qeydên kursên sporê yên ku dê ji bo jinan werin lidarxistin, dest pê kirin.

Di kursan de dê perwerdehiya pîlates, zumba, fîtnes û step aerobîkê were dayîn. Kursên ku armanca wan xurtkirina jinan bi awayekî fîzîkî û derûnî ye, dê derfeteke danûstendin û piştevanîya civakî jî peyda bikin.

Kesên ku dixwazin tevlî kursên sporê bibin, dikarin heta roja Înê, 17'ê Cotmehê, li ser Navendên Jiyanê yên Jinan ên Ben û Sen, Qûçan, Koşuyolu û Yenîkoyê serlêdanê bikin.

Armanca Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ew e ku bi kursên sporê yên ku organîze dike, beşdarîya jinan di jiyaneke çalak, tendurist û civakî de bike.

 

Image Gallery