Print this page

Nivîskar Mehmed Uzun hate bibîranîn

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, ku beşdarî bîranîna Mehmed Uzun ê yek ji pêşengên edebiyata Kurdî bû, got: "Eger em bi zimanê xwe dinivîsin û diaxivin, dilopek ji vê yekê encama keda kekê Mehmed e."

Mehmed Uzun, nivîskarê girîng ê edebiyata Kurdî, di 18emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Bîranîna ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, malbat û hevalên Uzun, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Zeynep Yaş, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî, di bîranînê de axivî û girîngiya nirxên ku Uzun li edebiyat û zimanê Kurdî zêde kiribû, anî ziman.

‘Em wî bi evîn û hêvî biparêzin’

Mustafa Uzun, ku li ser navê malbata Mehmed Uzun axivî, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranînê kir. Hevjîna Uzun, Zozan Uzun jî destnîşan kir ku nivîskar mîraseke mezin li dû xwe hiştiye û got: “Nivîsên wî yên li ser jiyanê, nîşaneya têkoşîna wî ya ji bo rabirdûyê ye. Mehmed ne tenê nivîskar bû, ew deng û ronahî bû ji bo zimanê Kurdî. Ew parêzvanê çanda me ye. Gotinên wî her tim aramî û hêvî dida dilê min. Werin em bi hev re wî bi evîn û hêvî biparêzin.”

Hevşaredar Hatun: Keda wî nivîskarên kurd anîn cem hev

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, bal kişand ser tevkariya Uzun a ji bo edebiyata Kurdî û got: “Pênûsa kekê Mehmed ne tenê ji bo kesayeta wî bû, ji bo bilindbûna qîrîna zimanê Kurdî bû. Wî di tarîtiyê de çirayek vêxist. Eger em îro bi zimanê xwe dinivîsin û diaxivin, dilopek ji vê yekê encama keda kekê Mehmed e. 18 sal e ne di nav me de ye, lê keda wî nivîskarên kurd anîn cem hev. Pênûshevalên te, pênûsa te hilgirtin destê xwe. Îro li ku dibin bila bibin, ne Kurdbûna xwe ji bîr dikin, ne te, ne nivîsandina Kurdî, ne jî zimanê Kurdî. Ev ji bo gelê Kurd kedeke pir pîroz e. Em dizanin ku dengê me digihîje te. Spas ji bo keda te. Ji bo pênûs û rêhevalên rêya te. Bêguman ev gelê azadîxwaz wê bigihîje azadiya xwe çawa ku te nivîsî.”

Piştî axaftinên nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ser gora Mehmed Uzun kulîlk hatin danîn.

 

Image Gallery