Print this page

Hevşaredar Bucak, derbarê civînên beşdar bûye de meclis agahdar kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, derbarê civînên li nav xwe û derveyî welat beşdar bûye de, meclis agahdar kir.

Rûniştina yekemîn a civîna asayî ya meha cotmehê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiya xizmetê ya şaredariyê hate lidarxistin. Di civîna bi Serokatiya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak de, endamên meclisê amade bûn. Hevşaredar Bucak, derbarê civînên ku di rojên borî de li Konya û Cenevreyê beşdar bûye de, meclis agahdar kir.

'Rexneyên xwe kirin yek'

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku hefteya borî Kongreya 2025’an a Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) li Konyayê hate lidarxistin û wan beşdarî kongreyê kiriye û got: "Em beşdarî hilbijartinên ku ji aliyê meclisa giştî ve hatibûn kirin, bûn. Bûroya me ya têkiliyên derve, hefteyên beriya niha serî li pozîsyonên komîteyan da. Lê belê, me dît ku weke me tespît kir û bi devkî rexne kir, rêjeya zayenda jin a beşdaran nehatiye berçavgirtin û hilbijartineke demokratîk a beşdariyê nehatiye afirandin. Ev hem ji aliyê me, hem Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û hem jî Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Filistînê ve hate tespîtkirin û me hin rexneyên xwe yên ku hilbijartin ne dadperwer û ne beşdarî ye, li hev kirin û got ku em ê piştî civînê vê bigihînin Rêxistina Cîhanî ya UCLG'ê."

'Li Cenevreyê tecrûbeyên girîng hatin parvekirin'

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew beşdarî civîna Şaredaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê jî bûne û li ser mijarên cuda yên beşdarî, geşedana domdar, bajarên li hemberî afatan berxwedêr û guhertina avhewayê tecrûbeyên girîng ên şaredariyên Ewropayê hatin parvekirin û di navbera civînê de wan weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, têkiliyên dîplomatîk ên girîng û hewldanên hevkariyê pêk anîne. Hevşaredar Bucak, axavtina xwe wiha berdewam kir: "Hem bi Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê re, hem jî bi şaredariyên derveyî welat re hevdîtinên me çêbûn. Me bi koma dostaniya Zûrîx-Amed re hatin cem hev û projeya xwe ya Parka Ekolojîk a ku tê plankirin di sala 2026'an de bikeve meriyetê parve kir. Em dizanin ku Şaredariya Zûrîxê dê di 8’ê Adara 2026’an de here hilbijartinê, lê wan li projeya me gelek erênî û germ nêrî. Wan soz da ku dê piştgirîya madî û manewî bidin xebata me ya Parka Ekolojiyê. Hevalên me dikarin di nava 2 mehan de xebatê mezin bikin û pêş bixin û xizmeteke ku em ê hin xebatên berbiçav bibînin bînin bajara me. Ez van serdanan ji bo we weşandina agahiyan gelekî girîng dibînim. Ez hem ji aliyê zelaliyê ve hem jî ji bo ku em bi hev re encaman binirxînin, girîng dibînim."

Piştî ragihandina Hevşaredar Bucak, rûniştina meclisê bi rojevên ku hatin gotûbêjkirin, bi dawî bû.

 

Image Gallery