Serdana heyeta Erasmusê ji bo Hevşaredaran

Heyeteke ku ji çar welatên cuda di çarçoveya bernameya Erasmusê de hatibûn, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir û derbarê şaredariya civakî û hevşaredariyê de pirsên xwe kirin.

Heyeta Erasmusê ya ji 27 kesan pêk dihat û ji Portekîz, Îtalya, Katalonya (Îspanya) û Letonyayê hatibûn Amedê, di çarçoveya bernameya danûstandinê ya ji aliyê Komeleya Ciwanan û Danûstandinê ve dihate meşandin de, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.

Hevşaredaran, xwendekar pêşwazî kirin û bersiva pirsên wan ên derbarê sîstema hevşaredariyê, feraseta rêveberiyê, beyannameya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û xebatên li ser bingeha paradîgmaya demokratîk û azadiya jinan dihatin meşandin, dan.

Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya beşdarbûna ciwanan a di xebatên li ser bingeha hevgirtina navneteweyî û wekheviyê de û anîn ziman ku Amed ji ber mêvandariya projeyên bi vî rengî kêfxweş e.

Heyet di çarçoveya bernameya danûstandinê ya 8 rojan a li ser mijara wekheviya zayendî de li Amedê çalakiyên curbecur li dar dixe. Di çarçoveya bernameyê de, beşdarên ji her welatekî, rewşa wekheviya zayendî ya li welatên xwe, pirsgirêkên ku rastî wan tên û pêşniyarên çareseriyê parve dikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31