Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên 16 salî û jortir, di 10 beşan de dest bi qeydkirina kursên huner û pîşeyî kir.
Kursên Perwerdehiya Huner û Pîşeyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSMEK), ku di bin rêveberiya Midûriyeta Şaxa Fêrbûna Dirêjejiyanî ya daîreya Xizmetên Civakî de dixebite, bernameyeke kursên bêpere ji bo welatiyên 16 salî û jortir ên ku dixwazin xwe di warên hunerî û pîşeyî de pêş bixin, dide destpêkirin.
Ji bo qezenckirina şiyan di warên pîşeyî, teknîkî û hunerî de, û her wiha ji bo piştgirîkirina îstihdamê (kar), qeydên kursên di warên tekstîl, kûafortî (porçêkirin), lênêrîna çermî, sêwirana modayê, karên destan, wêne (resim), muzîk, kevirçêkirin, darçêkirin û selik û zembîlvaniyê de dest pê kirin.
Cihên qeydê
Serlêdanên qeydê yên ku dê heya 31ê Cotmehê berdewam bikin, dê ji Navendên Kursê yên DÎSMEKê yên Sumerpark û Golçeparkê bên kirin.
Â