Print this page

Hevşaredar Bucak, beşdarî çalakiya rûniştinê ya ji bo Rojîn Kabaiş bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya rûniştinê ya ji bo Rojîn Kabaişê hatibû lidarxistin, bû.

Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş, li ser xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş ku di 27ê Îlona 2024an de ji wargehê derketibû û di 15ê Cotmehê de cenazeya wê hatibû dîtin, li Qada Deriyê Çiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Di çalakiya ku di salvegera yekemîn a mirina bi guman a Rojîn Kabaiş de hat lidarxistin de, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Hacer Kurt, Tuba Şanli Ersoz, Şehnaz Elçî, Emîne Akin, serokên daîreyan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, malbata Rojîn Kabaiş, rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û jin beşdar bûn.

Di çalakiya rûniştinê de, Zelîha Taşkiran li ser navê Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş axivî û têkoşîna salekê û astengiyên ku pê re rû bi rû mane, bi raya giştî re parve kirin.

 

Image Gallery