Print this page

Şaredariya Amedê dê di Fûara Pirtûkan de bajêr bide nasîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di navbera 18-26'ê Cotmehê de li Fûara Pirtûkan a 9an a Amedê ku were lidarxistin dei standekê veke û bajêr bide nasîn.

Fûara Pirtûkan a 9an a Amedê ku ji aliyê TUYAPê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê ve tê lidarxistin, dê mazûvaniya zêdetirî 400 weşanxane û rêxistinên civaka sivîl bike. Fûar, ku dê bi sedan nivîskar bi bernameyên îmza û hevpeyvînê beşdar bibin, dê hezkiriyên pirtûkan ên ji Amed û bajarên derdorê bîne cem hev.

Midûriyeta Şaxa Muzexane û Pirtûkxaneyan a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, amadekariyên xwe yên ji bo cihgirtina di fûarê de temam kir. Di stenda Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ya ku dê di Salona 2. de, li ser qadeke 18 metrekare were danîn, dê weşanên derbarê dîrok, danasîn, gastronomî û wêjeya Kurdî ya bajêr de, ku ji aliyê şaredariyê ve hatine weşandin û di arşîva wê de ne, bên pêşandan. Her wiha dê dîmenên Amedê yên nasandinê ji ser ekrana LEDê werin pêşkêşkirin; mêvanên ku bên ser stendê dê der barê bajêr de bên agahdarkirin û dê diyariyên curbecur ên wekî miftehdan, kum û belavok bên belavkirin.

Ji aliyê din ve dengbêjên ku mîrasxwazên girîng ên çanda bajêr in, dê li fûarê stranan pêşkêş bikin.

 

Image Gallery