Print this page

Şaredariya Amedê tora xwe ya pêwendiya bi gel re berfireh dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo şaredariya beşdar, ji bo pêşxistina rêbazên gihîştin û pêwendiyê tora xwe ya pêwendiya bi gel re berfireh dike.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re, li 4 navçeyên navendî yên wekî Rezan, Kayapinar, Yenîşehir û Sûrê xebateke nû dide destpêkirin. Pêngava yekem a xebatê ya ku ji bo gihîştina hêsantir a gel a li rêveberiyên herêmî û xurtkirina tora pêwendiya bi gel re, li Taxa Baxçelar a navçeya Rezan hat avêtin.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re, di çarçoveya xebatê de serdana sîteyên li Taxa Baxçelarê dikin û daxwazên welatiyan guhdarî dikin.

Tîm, broşûrên bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî yên ji bo gihîştina hêsan a şaredariyê hatine amadekirin, li welatiyan belav dikin. Her wiha tîm, ji bo bersivdayîna bilez a daxwazên welatiyan, agahiyên pêwendiyê yên rêveberên sîteyan qeyd dikin.

'Em dixwazin têkiliyên gel berfireh bikin'

Midûra Şaxa Têkiliyên Bi Gel Re Bahar Soysal a ku der barê xebatê de agahî da, diyar kir ku wan xebat bi Taxa Baxçelarê ya ku taxa herî mezin a Amedê ye dest pê kirine û bal kişand ser girîngiya bawerî û hevkariya di navbera gel û şaredariyê de. Soysal destnîşan kir ku ew armanc dikin ku tora pêwendiya bi gel re berfireh bikin û bidomînin û tekez kir ku ew dixwazin hem beşdarbûna gel a li biryar û gavên şaredariyê pêk bînin hem jî gel bi awayê herî baş agahdar bikin. Soysal anî ziman ku ew rêveberiyên sîteyan û welatiyan der barê ku ew çawa dikarin bileztir û hêsantir bigihîjin şaredariyê de agahdar kirine û da zanîn ku bi xebata ku ew ê bikin re ew ê hêsantir bi welatiyan re bikevin pêwendiyê.

 

Image Gallery