Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 16'ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê de, ji bo li ser xwarina tendurist hişmendiyê çêke, li xwendekar û welatiyan şîr belav kir.
Di çalakîya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ve li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan hate lidarxistin de, li xwendekar û welatiyan şîr û mûz hate belavkirin û girîngiya gihîştina xwarinên tendurist hat destnîşankirin. Her wiha di çalakiyê de broşûrên ku balê dikişînin ser ewlehiya xwarinê hatin belavkirin.
Roja Xwarinê ya Cîhanê ku li zêdetirî 150 welatan tê pîrozkirin, li Tirkiyeyê jî bi çalakiyên curbecur tê nirxandin. Bi vê bernameya ku her sal li Amedê tê lidarxistin, armanc ew e ku pêşî li îsrafkirina xwarinê bê girtin û gihîştina xwarinên ewle û tendurist bê teşwîqkirin. Şaredariya Bajarê Mezin, bi têgihiştina "ji zeviyê heta ser sifrê", armanc dike ku ji hilberînê heta xerckirinê hişmendiya ewlehiya xwarinê ava bike.
‘Em dixwazin hişmendiyê çêkin’
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli, derbarê mijarê de axivî û bal kişand ser ewlehiya xwarinê û wiha got:
“Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em her sal Roja Xwarinê ya Cîhanê bi çalakiyên curbecur pîroz dikin. Îro em dixwazin hem girîngiya xwarina tendurist ji xwendekarên xwe re vebêjin hem jî bi xwarinên ku em li vir belav dikin hişmendiyê çêkin. Tîmên me yên kontrola xwarinê tevahiya salê xebatên xwe didomînin. Em ê bi van çalakiyan jî gelê xwe agahdar bikin.”