Print this page

Hevşaredar Bucak, beşdarî konferansa Meclisa Dayikên Aştiyê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî konferansa ku ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ve hat lidarxistin bû.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî konferansa ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi şîara “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar xist û wê du rojan bidome, bû.

Ji bilî Hevşaredar Bucak, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajêr a DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zêrîn Turk û nûnerên rêxistinên jinan jî beşdarî konferansê bûn.

Hevşaredar Bucak di konferansê de axivî, silav da Dayikên Aştiyê û hêvî kir ku konferans bibe wesîleya aştiyê.

 

Image Gallery