Hevşaredar Hatun: Divê mafên Elewiyan werin parastin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî Xebata Elewiyan bû û destnîşan kir ku divê mafên Elewiyên ku bi hezaran salan e dev ji têgihiştina civaka demokratîk bernedane, werin parastin.

Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), li otelekê Xebata Elewiyan li dar xist. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî xebatê bûn.

Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, di vekirina xebatê de axivî û destnîşan kir ku wê di xebata ku wê du rojan bidome de li ser Elewîtiyê nîqaş bikin.

Hevşaredar Hatun: Elewiyan dev ji civaka demokratîk berneda

Hevşaredar Dogan Hatun, di xebatê de axivî û destnîşan kir ku Elewiyan bi hezaran salan e dev ji têgihiştina civaka demokratîk bernedaye û wiha got: "Xwezî îro endamên olên din jî li vir bûna. Ji ber ku yên ku Elewîtiyê nizanin, wisa difikirin ku tenê baweriya xwe diparêzin û ne ji jiyana wan, ne ji nêrîna wan û ne jî ji baweriya wan agahdar in. Em dizanin ku Elewiyan bi hezaran salan e qet dev ji civaka demokratîk bernedane. Wan her tim ev di nava xwe de jiyaye. Di nava civaka ku tê de cih girtine jî her tim li ser vê bingehê xwe rêxistin kirine. Her tim jî rêxistinbûyî bûn."

Hevşaredar Hatun, êrîşên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê anî bîra û got: "Eger ji bo Rojhilata Navîn xeteke demokratîk a nû tê fikirîn, ji bo vê jî divê rêxistinbûyî her tim bi hev re bin. Divê hev nas bikin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin. Her wiha divê em jî mafên Elewiyan biparêzin. Ez spasiya kesên ku ji bo vê xebatê ked dane dikim."

 

Image Gallery