Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, ku beşdarî vekirina 9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bû, bal kişand ser dîroka Amedê ya pirzimanî û pirçandî û girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî destnîşan kir.
9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, ku bi hevkariya TUYAP û Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê tê lidarxistin, deriyên xwe ji hezkiriyên pirtûkan re vekir. Merasîma vekirina pêşangehê, ku dê heta 26ê Cotmehê bidome, li Navenda Kongre û Çandê ya Amedê pêk hat. Di vekirinê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Hevseroka Yekîtiya Weşangerên Kurd Asya Genim û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
Hevşaredar Hatun: Çima perwerdehiya Kurdî tune?
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, di merasîma vekirinê de axivî, bal kişand ser wê yekê ku 33 şaristanî 12 hezar sal in li Amedê bi hev re jiyane û wiha axivî: "Hemûyan jî di warê çand û hunerê de, li ser zimanê vî bajarî mînak ji xwe li dû xwe hiştine. Çanda vî bajarî çandeke gelekî bi hêz e. Ev çand pirzimanî ye, gelek mînak ji me re hiştiye. Li avahiyên dîrokî yên Amedê binêrin, her nexşeke wê ji şaristaniyekê ji me re maye. Ev çanda pirzimanî, ku berhema 12 hezar salan e, li vir bi hev re jiyaye. Tu kesî zimanê tu kesî qedexe nekiriye. Tu kesî li ser çanda tu kesî tiştekî nebaş negotiye. Mizgeft, minare û zengila dêrê ya vî bajarî bi hev re bûne sembola pirrengiyê. Çi qewimî, di vê sedsala dawî de qewimî. Çima yek ji van zimanan hate qedexekirin? Çima perwerdehiya Kurdî tune ye? Duh, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî serdana me kir. Li du-sê cihan axivî, heman tişt got: Zimanê zikmakî ji bo hemû gelan wek şîrê dayikê helal û ferz e. Ligel vê, hîn jî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê gelê Kurd tune ye. Hîn jî weşanger, rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi rehetî nikarin kar û barên xwe bi zimanê xwe bikin. Mixabin rastiyeke wiha heye; hezar pirtûkên bi zimanê xwe binivîsî jî, heger bi wî zimanî perwerde nebe û zarok pê neyên perwerdekirin, ew ked pûç e, mixabin cihê xwe nabîne. Ji bo ku keda van rewşenbîran winda nebe, divê em xwedî li keda wan derkevin. Em wek rêveberiya herêmî bi hemû baweriya xwe di her warî de xebatan dimeşînin.”
Vekirina pêşangehê pêk hat
Piştî axaftinan, Hevşaredar Hatun û hemû mêvanên di protokola vekirinê de bûn, bi birîna rîbonê vekirina pêşangehê pêk anîn.
Hevşaredar Hatun paşê li qada pêşangehê li stantan geriya û bi nivîskar, weşanger û hezkiriyên pirtûkan re sohbet kir.
400 weşanxane beşdarî pêşangehê bûn
Armanca pêşangehê, ku îsal zêdetirî 400 weşanxane û rêxistinên civaka sivîl beşdar in, ew e ku bi sedan nivîskarên ji Amedê û bajarên derdorê bi xwendevanan re bîne cem hev.
Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayhan Karatekin, endama Meclîsê Canan Efe Şahin û serokên daîreyan di bernameyê de bi Hevşaredar Hatun re bûn.