Binesaziya gundê Satû ku di lehiyê de zirar dît, piştî 7 salan tê nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nûkirina binesaziya kanalîzasyonê ya Taxa Satû ya girêdayî navçeya Sûrê, ku di lehiya sala 2019’an de zirareke mezin dîtibû, xebat da destpêkirin. Di encama xebatên ku têne meşandin de, tîman 5 hezar metre xeta kanalîzasyonê nû kirin û 3 hezar metre xeta nû jî dirêj dikin.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ve têne meşandin de, 5 hezar metre xeta kanalîzasyonê ya heyî bi temamî tê nûkirin. Her wiha weke pêvek li taxê 3 hezar metre tora kanalîzasyonê ya nû jî tê çêkirin.

Bi "Karê Avakirin û Rehabîlîtekirina Xetên Kanalîzasyon û Ava Baran li Taxên Navend û Gundî yên Bajarê Amedê" re, armanc ew e ku ji bo pirsgirêka binesaziyê ya ku bi qasî 7 salan e li Taxa Satû heye, çareseriyeke mayînde were dabînkirin.

5 hezar metre xet temam bû

Bi temamkirina xebatan re, tax wê bigihîje xeteke kanalîzasyonê ya modern û tendurist ku bi giştî 8 hezar metre dirêj e û 200 derî (baca) lê hene.

Di çarçoveya xebatan de heta niha 5 hezar metre xet û 125 derî hatin temamkirin. Ji bo 3 hezar metreyên xeta nû ya mayî, xebatên li qadê berdewam dikin.

'Hezar û 370 welatî dê bigihîjin sîstema kanalîzasyonê ya tendurist'

Midûrê Şaxa Kargeha Ava Qirêj Serhan Can, ku derbarê xebatan de agahî da, diyar kir ku bi temamkirina projeya berdewam, dê bi qasî hezar û 370 welatî ku li 230 malên Taxa Satû dijîn, bigihîjin sîstemeke kanalîzasyonê ya tendurist û li gorî hawirdorê. Can, anî ziman ku armanca wan bilindkirina kalîteya jiyana gel e û got dê li qadên ku pirsgirêkên bi vî rengî lê hene jî xebatan bimeşînin.

'Di sala 2019’an de binesazî bi temamî bêkêr ma'

Muxtarê Taxa Satû Metîn Aslan, diyar kir ku pirsgirêkên binesaziyê ji demeke dirêj ve berdewam dikin. Aslan got ku sîstema kanalîzasyonê di sala 2009’an de hatiye çêkirin, lê ji wê demê ve pirsgirêkên wekî girtin û rûxandinê neqediyan û da zanîn ku di lehiya Nîsana 2019’an de binesazî bi temamî bêkêr maye.

'DÎSKÎ xist bernameyê û xebat da destpêkirin'

Aslan, anî ziman ku ji ber ku lûle di kûrahiya têr de nehatine dirêjkirin, ava lehiyê xet rakirine û birine, "Ji ber vê yekê bi salan ava me ya pîs diherikî çeman. Ev rewş hem dibû sedema bêhnên nebaş li hawirdorê û hem jî ji aliyê tenduristiyê ve rîsk çêdikir," got.

Aslan, kêfxweşiya xwe ji xebatên ku îsal hatine destpêkirin anî ziman û got, "Xwedê ji wan razî be, îsal DÎSKÎ em xistin bernameyê û dest bi xebatan kirin. Dema ev xebat temam bibin em ê jî ji bêhnên nebaş û rewşa ku rîska tenduristiyê çêdikir xilas bibin."

'Ji ber xebatan em kêfxweş in'

Welatiyê taxê Remzî Bora jî diyar kir ku binesaziya kanalîzasyonê ji demek dirêj ve pirsgirêkdar e û ava pîs li derve, li ser rûyê erdê diherikî. Bora, anî ziman ku piştî serlêdanên wan ên li şaredariyê xebat hatiye destpêkirin û got, "Hate vir û niha çêdikin. Em ji ber van xebatan kêfxweş in."

 

Image Gallery