Print this page

Perwerdeya hişmendiya afetê ji bo xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya perwerdeyên hişmendiya afetê de, perwerdeyeke teorîk û pratîk ji bo mamoste û xwendekaran li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetê, derbarê tiştên ku divê berî, di dema û piştî afetê de werin kirin de, li dibistanan perwerdeyên hişmendiya afetê organîze kirin. Di vê çarçoveyê de, di perwerdeya hişmendiya afetê ya ku li Dibistana Seretayî ya Yenîşehîrê hat lidarxistin de, ji bo mamoste û xwendekaran tatbîqata erdhejê û vemirandina agir bi awayekî pratîkî hat nîşandan.

Perwerdehiya pratîkî hate dayîn

Di perwerdeyê de, pêşî ji xwendekaran re derbarê têkoşîna bi afetê re û di dema erdhejê de awayên reftara rast, sepandinên valakirina lezgîn û destwerdana yekem a ji bo agir de perwerdeya pratîkî hat dayîn. Piştre, li hewşa dibistanê mamoste û xwendekar kom bûn û bi tûpa vemirandina agir re, mudaxeleya li hemberî şewatên muhtemel bi awayekî pratîkî hat pêkanîn.

Armanc ew e ku welatî di afetan de reftarên rast nîşan bidin

Armanca perwerdeyên hişmendiya afetê; ew e ku bi dayîna perwerdehiyan derbarê tiştên ku divê berî, di dema û piştî afetê de werin kirin de, welatî di afetan de reftarên rast nîşan bidin.

Perwerdehî dê li dibistanan bidome

Perwerdehiyên hişmendiya afetê, di çarçoveya protokola ku bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re hatiye çêkirin de, dê di rojên pêş de li dibistanên din jî bidome.

 

Image Gallery