Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Ciwan û Sporê

16. Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê wê di 3ê Cotmehê de dest pê bike

Qeydên ji bo 16. Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Serlêdanên ji bo turnuvayê ku welatiyên 13 salî û mezintir dikarin tevlê bibin, heta 1ê Cotmehê têne kirin. Pêşbirk wê di 3ê Cotmehê de dest pê bikin û pêşbirkên fînalê jî di 13ê Cotmehê de bên lîstin.

Serlêdanên ji bo 16. Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji bo belavkirina çanda sporê, keşfkirina jêhatiniyên nû û anîna welatiyan li gel sporê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve tê lidarxistin, dest pê kirin.

Di turnuvayê de ku werzişvanên jin û mêr wê di çar kategoriyên cuda de têbikoşin, pêşbir wê bi rêbaza jêbirinê (eleme) bên lidarxistin. Qeydên ji bo rêxistinê ku welatiyên 13 salî û mezintir dikarin tevlê bibin, di 25ê Îlonê de dest pê kirin û wê heta 1ê Cotmehê bidomin.

Serlêdan wê bi rêya Forma Serlêdanê ya ku di çarçoveyê rêxistinê de hatiye çêkirin, bên kirin. Piştî qedandina pêvajoya serlêdanê, forma turnuvayê, bernameya maçan û hûrgiliyên din ên rêxistinê bi rêya koma WhatsAppê re bi beşdaran re wê bên parvekirin.

Kêşana kurayê di 2ê Cotmehê de ye

Ji bo diyarkirina beşdaran ji nav werzişvanên ku serî li turnuvayê dane, kêşana kurayê di 2ê Cotmehê de li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya ku li Cihê Jiyana Hevpar ê Sumerparkê ye, wê bê çêkirin.

Pêşbir wê di 3ê Cotmehê de dest pê bikin

Vekirina turnuvayê wê di 3ê Cotmehê de bê kirin. Pêşbir wê li Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75 Mahabadê, Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê, Parka Sporê ya Rêya 50’î ya Şaredariya Kayapinarê, Kortên Tenîsê yên Parka Ersin Tatar a Şaredariya Baglarê û Korta Tenîsê ya Parkormanê bi hev demî dest pê bikin.

Werzişvan wê di kategoriyên ku guncavê astên wan in de têbikoşin. Di turnuvayê de pêşbir wê di sê astên cuda de wekî destpêk, navîn û pêşketî bên lidarxistin.

Pêşbirên fînalê di 13ê Cotmehê de ne

Pêşbirên fînalê yên turnuvayê ku di navbera 3-13ê Cotmehê de tên lidarxistin, wê di 13ê Cotmehê de bên lîstin. Kûpê wê li werzişvanên ku di hemû kategoriyan de di rêza pêş de cih digirin re bên pêşkêşkirin.

  1. Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi tevkariya dilxwazan, hakeman, klûbên Tenîsê yên li bajêr û hezkiriyên Tenîsê ve wê bê lidarxistin.

Serlêdan dikarin li ser forma ku di lînka https://docs.google.com/forms/d/1YGFTraA_UDuZyk25vltLHwTlzK-OKHEr_yNHYTr466U/viewform?edit_requested=true de ye de bên kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan