Amadekariya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dest pê kir

Daxuyanî ji bo 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku bi hevkariya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide) wê di navbera 24'ê Nîsanê û 2'yê Gulanê 2026'an de bi temaya "Diyalog ji bo Aştiyê" bê lidarxistin, hat weşandin.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike, civîna haziriyê ya 11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku wê cara yekemîn wek festîvaleke navneteweyî li dar bixe, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî. Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, Midûrê Şanoyê Tahir Baykuşak û lîstikvanên DBŞT'ê mêvandariya civînê kirin.

Lîstikvan û derhênera DBŞT'ê Berfîn Emektar modêratoriya civînê kir. Derhêner, nivîskar û lîstikvanê Duhokî Îhsan Othmann, Koordînatorê Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê û Berpirsê Şanoyê yê Hewlêrê Hîva Sûad, lîstikvan û derhênerê ji Berlînê Uwe Eric Laufenberg, Şêwirmenda Payebilind a Beşa Hunerên Sehneyî û Sînemayê ya Zanîngeha Makerere ya Ûgandayê û Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide) Dr. Jessica Atwooki Kaahwa, Seroka Beşa Edebiyatê ya Şanoya Drama ya Akademiya Dewletê ya Ukraynayê ya Kharkivê Marharyta Korniushchenko beşdarî civînê bûn û serpêhatiyên xwe vegotin.

‘Bi 33 şaristaniyan re çanda hevpar ava kir’

Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş a ku axaftina vekirinê kir, diyar kir ku di pêvajoyeke ew qas girîng de wê li Diyarbekirê dest bi bernameyeke girîng bikin û got, "Ji aliyê çandî ve vî bajarî, çanda Mezopotamya û Rojhilata Navîn bi hev ve girê da. Li bajarê me ku mêvandarî ji 33 şaristaniyan re kiriye, me wek gelê Kurd bi van şaristaniyan re çandeke hevpar ava kiriye û em bi wan re jiyane."

'Armanc avakirina bingeha aştiyê ye'

Yaş anî ziman ku gelê Kurd ji bo rewşenbîriyeke ku bi dinyayê re bibe yek, têkoşîn daye û got, "Armanc, li vir avakirina bingeha aştî, wekhevî, pêşketin û rewşenbîriyê ye."

Yaş destnîşan kir ku dema bajêr bigerin wê bibînin ku kolanên wan pir teng in û got, “Siyên wan kolanên teng dikevin ser hev û hema hema hev diparêzin. Hêvîdar im ku bi vê festîvalê re reng û dengên gelê me û gelên Rojhilata Navîn tev li kolanên vî bajarî bên cem hev û hemû gel bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn."

Pêşkêşkirina şanoya Kurdî

Lîstikvanê DBŞT'ê Yavuz Akkuzu jî ji beşdaran re qonaxên ku şanoya Kurdî ya profesyonel a di salên 90'î de li Îzmîr, Mersîn, Edene û Stenbolê dest pê kiriye heta îro derbas kiriye, zextên ku dîtiye, lîstikên ku derxistine û festîvalên ku lidarxistine, pêşkêş kir.

ITIyê daxuyaniya piştgiriyê weşand

Piştî civînê ku modela xebatê ya hevpar a bi ITI (International Theatre Institute) re, temaya festîvalê û veguhestina serpêhatiyan hat kirin, ITI li ser navê xwe daxuyaniyek li piştgiriya festîvalê weşand.

Metna Îngilîzî ji aliyê Dr. Jessica Atwooki Kaahwa, metna Kurdî jî ji aliyê Berfîn Emektar ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI), piştgiriyê dide 11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê.

Di daxuyaniyê de, "Ev festîval, neynika mîsyona ITI'yê ya ku di bingeha xwe de hunerên sehneyî, pireya diyalog, têgihîştin û lihevkirinê ya di navbera gel û çandan de ye" hat gotin û ev agahî hatin parvekirin:

"ITI, ji baweriya bi hêza şanoyê ya ku empatiyê xwedî dike, rêzgirtina dualî xurt dike û jiyana bi aştî teşwîq dike, dest pê dike, vê festîvalê wek dirêjkirineke watedar a dilsoziya xwe ya gerdûnî ya bi aştî re, bi rêya danûstendina çandî û hevkariya hunerî dibîne. Ji ber vê yekê ITI, bi vê înîsiyatîfê re hevgirtina xwe radigihîne û rêzê li organîzatoran digire ku hêza veguherîner a şanoyê ji bo avakirina cîhaneke dilovantir û lihevhatîtir pêş de dibin."

Dîroka festîvalê hat diyarkirin

Lîstikvanên DBŞT'ê yên ku bi derhênerên şanoyê yên ji Hewlêr, Berlîn, Frankfurt, Ukrayna û Ûgandayê re hatin cem hev, dîroka festîvalê weke 24'ê Nîsanê û 2'yê Gulanê 2026'an diyar kirin.

 

Image Gallery