Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, pêşwaziya şanogerên ku beşdarî civîna amadekariyê ya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bûn, kirin.
Lîstikvan û derhênerên navdar ziyaret kirin
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11emîn, ku bi hevkariya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBŞBD) û Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide) wê di navbera 24ê Nîsana 2026an û 2yê Gulana 2026an de bi mijara “Diyalog ji Bo Aştiyê” bê lidarxistin. Lîstikvan û derhêner Uwe Eric Laufenberg, derhêner, şanoger û lîstikvanê Dûhokî Îhsan Othmann, Seroka Beşa Edebiyatê ya Şanoya Drama ya Ukraynayê ya Akademîk a Dewletê ya Xarkivê Marharyta Korniushchenko û Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide) Dr. Jessica Atwooki Kaahwa, ku beşdarî civîna amadekariyê ya festîvalê bûn, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Li ser xebatên amadekariyê nêrîn hatin parvekirin
Hevşaredaran, piştî pêşwaziyê bi mêvanan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de, li ser xebatên amadekariyê yên Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, nêrîn hatin parvekirin.
Hevşaredaran, kêfxweşiya xwe ji serdanê anîn ziman û spasiya şanogeran kirin.
Di serdanê de Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Canan Efe Şahin, Alîkarê Sekreterê Giştî Emrah Erdal, Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş û Midûrê Şanoyê Tahir Baykuşak jî bi Hevşaredaran re bûn.