Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên Koma Amed ku piştî 30 salan dê li bajêr konserekê bidin, bi kulîlkan pêşwazî kirin û bi stranan ketin avahiya şaredariyê.
Endamên Koma Amed ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê, piştî 30 salan careke din dê li Amedê konserê bidin, piştî ku li balafirgehê hatin pêşwazîkirin, derbasî Şaredariya Bajarê Mezin bûn. Endamên Koma Amed, li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn, endamên Meclisa Şaredariyê, Sekreterê Giştî Emrûllah Gorduk û Alîkarên Sekreterê Giştî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyeke bi hestyarî, endamên komê bi hevserokan re bi stranan û tilîliyan derbasî hundirê Şaredariya Bajarê Mezin bûn.
Hevşaredaran bi endamên Koma Amed re hevdîtinek pêk anî. Hevşaredaran der barê konsera ku dê di 25’ê Cotmehê de li Parka Newrozê pêk were, bi endamên Koma Amed re sohbet kirin. Endamên komê diyar kirin ku ji hatina Amedê gelekî kêfxweş in.
Hevşaredaran formayên Amedsporê diyarî endamên Koma Amed kirin, endamên komê jî tîşortên bi navê komê li ser bû diyarî hevserokan kirin.
Koma Amed, dê di 25’ê Cotmehê roja Şemiyê saet di 18.00’an de li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan (Baxlar) konserekê bide.
Â