Di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên ji bo veqetandina rûnên nebatî yên avêtî (mayî) yên li çavkaniyê, bi Odeya Xwarinçêker û Şîranîfiroşan a Amedê re protokol hat çêkirin.
Di koordînasyona Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewa û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê de, xebatên ku li seranserê bajêr ji bo veqetandina bermahiyan li çavkaniyê hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku rûnên avêtî bêyî zirarê bidin mirovan û xwezayê werin jinavbirin, qada xebatê hate berfirehkirin.
Bi protokola hevkariyê ya di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Odeya Xwarinçêker û Şîranîfiroşan a Amedê de, tê armanc kirin ku bigihîjin zêdetir esnafan ên ku li bajêr kar dikin û rêjeya berhevkirina rûnên nebatî yên avêtî li van kargehan zêde bibe. Di çarçoveya xebatê de bidonên vala li cîhên kar hatin hiştin û etîketên agahdarkirinê hatin lêxistin.
106 ton rûnê nebatî yê avêtî hate berhevkirin
Seroka Daîreya Guherîna Avhewa û Sifir Bermayî Evîn Dînar got, di xebata ku nêzîkî salek e didome de, heta niha 106 ton rûnê nebatî yê avêtî hatiye berhevkirin. Dînar bal kişand ser wê yekê ku rûnên nebatî yên avêtî zerarên mezin didin xwezayê û diyar kir ku bandorên wan ên neyînî yên wekî qirêjkirina ava paqij, girtina sîstema binesaziyê û sedema mirina zindiyan hene.
Dînar derbarê protokola hevkariyê de wiha axivî: “Me bi Odeya Şîranîfiroş, Xwarinçêker û Kebapçiyan a girêdayî Yekîtiya Odên Esnaf û Pîşekaran a Amedê re ji bo mayînde û domdar kirina vê projeyê, xebat dan destpêkirin. Ev projeya me bi hevkariya wan, veguherî xebatek ku ji bo jinavbirina rûnên avêtî yên ji kargehên; xwarinçêker, şîranîfiroş û kebapçiyan derdikevin, berhevkirina wan bi awayekî ji bermahiyên din cuda û bêyî ku tevlî xwezayê bibin, pêk tîne. Di encama hevkariya me ya bi odê re, me ji bo belavkirina xebatê li seranserê bajêr gavekî mezin avêt.”
‘Welatiyên me piştgiriyê didin pêvajoyê’
Dînar bi bîr xist ku di çarçoveya protokola ku şaredariyê bi armanca berhevkirina rûnên nebatî yên avêtî yên li çavkaniyê ve cuda hatî îmzekirin, ji bo welatiyên ku 5 lître rûnê nebatî yê avêtî berhev dikin, di çarçoveya projeyê de 1 lître rûnê nebatî yê paqij tê diyarkirin û wiha got: “Welatiyên me yên hestiyar berê jî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û rûnên xwe yên avêtî di konteynirên cuda de berhev dikin û naverin lavaboyê. Armanca me ew e ku li seranserê bajêr hem xebata kêmkirina bermahiyan berfireh bikin û hem jî rûnên nebatî yên avêtî ji hemû mal û kargehên li bajêr berhev bikin û rê li ber wê yekê bigirin ku dilopek rûnê avêtî jî tevlî ax û avê bibe. Em di vî warî de biryardar in.”
‘Em piştgiriyê didin kampanyayê’
Serokê Odeya Xwarinçêker û Şîranîfiroşan a Diyarbekirê Haşim Elkaan jî diyar kir ku ew wek esnaf piştgiriyê didin projeyê. Elkaan wiha got: “Em wek esnaf ji vê kampanyayê gelek kêfxweş bûn. Daxwaza me jî hebû ku em bibin hevkarê vê projeyê. Em piştgiriyê didin vê kampanyayê. Me di vî warî de hemû esnafên xwe agahdar kirin. Em difikirin ku em tevahiya Diyarbekirê tevlî kampanyayê bikin. Di warê hevkariyê de, em wek esnaf û ode, yek bi yek diçin ba esnafan û piştrast dikin ku ew piştgiriyê bidin vê kampanyayê û em şopandina wê dikin.”
