Print this page

‘Pêkanîna Ala Spî' navçeyên derve jî xist nav xwe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bigihîjin xwarina tendurist û xizmeta bi kalîte, “Pêkanîna Ala Spî” ya ku dabû destpêkirin, nû kir û navçeyên gundî jî xist nav zerengiya xwe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, armanc dike ku Pêkanîna Ala Spî, ya ku nirxa markaya bajêr di warê gastronomiyê de diparêze, ewlehiya xwarinê û kalîteya xizmetê zêde dike, berfireh bike da ku navçeyên gundî jî tê de bin û li seranserê bajêr belav bibe. Tîmên Kontrola Xwarinê yên ku di nava Daîreyê de dixebitin, kargehên ku li bajêr xwarinê çêdikin, difroşin, belav dikin û depo dikin, bi awayekî rêkûpêk kontrol dikin. Di encama kontrolan de, ji kargehên ku şertên pêwîst bi cih tînin re Ala Spî ya bi 1, 2 an 3 stêrk tê dayîn.

Kalîte û ewlehiya xwarinê bi hev re ne

Pêkanîna Ala Spî, berevajî kontrolên heyî, sîstemek e ku xerîdaran jî tevlî pêvajoyê dike û di cihên kar de kalîte û ewlehiya xwarinê esas digire. Di çarçoveya pêkanînê de, kargeh li ser zêdetirî 100 pîvanên teknîkî û fîzîkî têne nirxandin.

Tîm, di kargehan de vekolînên berfireh dikin. Di kontrolan de, ji ronahiyê heta paqijiyê, ji amûrên teknîkî heta cil û bergên xebatkaran, ji kalîteya servîsê heta paqijiya derdorê, di çarçoveyeke berfireh de çavdêrî têne kirin.

Li kargehên ku heqdarê Ala Spî dibin, ji aliyê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ve tabloyên bi nivîsa: “Ev cihê kar bi rêkûpêk ji aliyê Tîmên me yên Kontrola Xwarinê yên Şaredariya Bajarê Mezin ve tê kontrolkirin. Ji bo jîngeheke hîjyenîk û tendurist, hûn dikarin kargehên ku Ala Spî lê hatiye daleqandin tercîh bikin” tên daleqandin.

‘Pêkanînê bala gelek bajarên mezin kişandiye’

Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli, derbarê pêkanînê de agahî da û anî ziman ku Projeya Ala Spî ya ku nêzî 20 salan e tê meşandin, standardên kalîte û hîjyenê yên kargehên ku li bajêr hilberîn û firotina xwarinê dikin, bi awayekî girîng bilind kiriye. Saçakli diyar kir ku pêkanîn bala gelek şaredariyên bajarên mezin jî kişandiye û got: “Ji ber çarçoveya pêkanînê û naveroka wê, em ji bajarên mezin ên din daxwazan distînin da ku vê projeyê li bajarên xwe jî bidin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de em piştgiriya teknîkî didin şaredariyên têkildar.”

'Em Ala Spî didin kesên ku pîvanan bi cih tînin'

Saçakli destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de, lihevhatina şert û mercên fîzîkî û teknîkî yên kargehan bi rêziknameya xwarinê re tê nirxandin û wiha pê de çû: “Di encama kontrolan de, em Ala Spî ya bi 1, 2 an 3 stêrk radestî kargehan dikin. Dû re, em her 6 mehan carekê ji nû ve kontrol dikin û lihevhatina bi pîvanan re kontrol dikin. Heke bê dîtin ku şert nehatine bicîanîn, em dikarin hejmara stêrkan kêm bikin.”

‘Karên me dê salê tevahî bidomin’

Saçakli destnîşan kir ku Projeya Ala Spî heta sala 2025’an hatiye nûkirin û got, Ala Spî radestî 160 esnafan ên ku li gorî pîvanan tevdigerin, hatiye kirin. Saçakli tekez kir ku pêkanîna nûkirî dê li gel navçeyên navendî, li navçeyên gundî jî bidome û got: “Wekî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo ku em ji standardên hîjyenê ewle bin, em ê bi dirûşma ‘Bibe Yê Tê Tercihkirin’ karên xwe salê tevahî bidomînin.”

 

Image Gallery