Di ALO 153’ê de 25 hezar bangên Kurdî hatine wergirtin

Navenda Bangê ya ALO 153’ê ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û di çarçoveya xizmetên şaredariyê yên pirzimanî de xizmetê dike, di 6 mehên dawîn de 25 hezar bangên Kurmancî wergirtiye.

Navenda Bangê ya ALO 153’ê, ya ku girêdayî Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ye, her roj bêyî ku bi hezaran welatî biçin avahiya şaredariyê, xizmetê pêşkêş dike. Navenda Bangê ya ku heta niha bi Tirkî xizmet dida, niha daxwazan bi Kurmancî jî digire û xizmetê dide welatiyan.

Di navenda Bangê de, di 6 mehên dawîn de 25 hezar welatî ji xizmeta Kurmancî sûd wergirtin, her wiha karên ji bo xizmeta bi Kirmanckî (Zazakî), Îngilîzî û Erebî jî didomin.

‘Daxwazeke zêde heye’

Koordînatorê Navenda Bangê ya ALO 153’ê, Ahwelat Turhalli, got ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî xizmeta banga Kurmancî didin. Turhalli wiha axivî:

“Hema bêje bangên me yên Kurmancî bi bangên Tirkî re di ber hev de diçin. Lewra welatiyên me dibêjin, ‘Ez dixwazim xwe bi zimanê xwe îfade bikim. Dema ez bi vî awayî diaxivim, ez pir rehet dikarim pirsgirêka xwe vebêjim.’ Lê belê welatiyekî me yê ku Tirkî pir baş nizane, dema li me digere û bi Tirkî xwe îfade dike, helbet daxwaza ku em distînin kêm an jî daxwazeke pir rast nabe. Ji meha Gulanê heta niha zêdetirî 25 hezar bang hatine girtin. Heta carinan dibêjin, ‘Weke em li mala xwe, li cîranê xwe digerin.’ Ji vê yekê pir memnûn in. Ji bo me girîng e ku ew bikarin xwe îfade bikin û pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe vebêjin. Dema vê vedibêjin, qet pirsgirêkê najîn.”

‘Em bi qasî têlefonekê dûr in’

Turhalli anî ziman ku ew ji bo hemû pirsgirêkên têkildarî şaredariyan çareseriyê peyda bikin, xizmetê didin û wiha got:

“Em bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DÎSKÎ û 17 navçeyan re dixebitin. Yanî, li Amedê çi pirsgirêk an jî kêmasiya gelê me ya têkildarî şaredariyê hebe, tenê têlefona li me bes e. Em pirsgirêkê digirin, dişînin yekîneyên têkildar. Yekîneyên me di demeke kurt de vedigerin ser welatiyên me. Ji vê yekê pir memnûn in, bêyî ku biçin sazî an jî cihekî, em xizmetê didin welatiyên xwe. Yanî, em bi qasî têlefonekê dûr in. Dema pirsgirêk an jî kêmasiyek çêbibe, welatiyên me dikarin pir rehet li me bigerin. Em jî li vir karên pêwîst dikin, dişînin yekîneyên têkildar. Yekîneyên me dîsa derbarê vê de vedigerin ser welatiyên me. Em derbarê vê de pirsgirêkê najîn.”

 

Image Gallery