Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dikanên ku binê sûran li Keleha Navîn dagir kiribûn, vala kir û mohr kir.
Tîmên Zabiteya bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyê û Zabiteya Şaredariya Sûrê, valakirin û mohrkirina cihê kar ku ji aliyê Midûriyeta Çandê ya Parêzgehê ve hatiye terxankirin, pêk anîn.
Li navçeya Sûrê, tîman derbarê cihê kar ku li kêleka bircan e û hatiye tespîtkirin ku qada giştî dagir kiriye, pêvajoyên hiqûqî yên pêwîst kirin û piştî namegihandina bi sazîyên têkildar re, pêvajoya valakirin û mohrkirinê temam kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina bircên dîrokî, dê çavdêrîya xwe bidomîne.