Print this page

Serdana Japonyayê ji bo 'Kêmkirina Rîska Afatê Li Herêmê'

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), beşdarî serdana xebatê ya ku di çarçoveya Projeya Zêdekirina Kapasîteya Rêvebirina Çopê û Kêmkirina Rîska Afatê ya Li Herêmê ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de ji aliyê TBB'ê ve li Japonyayê hatibû organîzekirin, bû.

Serdana xebatê ya ku di çarçoveya Projeya Zêdekirina Kapasîteya Rêveberiya Çopê û Kêmkirina Rîska Afatê ya Li Herêmê de, ji aliyê Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA) ve li Japonyayê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Serdan bi koordînasyona Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û bi beşdariya Serokê Daîreya Karûbarên Afatê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Azad Yildiz û nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê, Şaredariya Bilecikê, Şaredariya Çanakkaleyê, Şaredariya Duzceyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Denizliyê hat lidarxistin.

Di dema perwerdeyê de, serdanên teknîkî ji saziyên wekî Buroya Kabîneyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Tokyoyê, Navenda Bosai ya Îkebukuro û Enstîtuya Lêkolînê ya Nippon Koei re hatin kirin.

Di dawiya bernameyê de, beşdaran planên çalakiyê yên afatê yên li ser asta herêmî amade kirin û sertîfîkayên perwerdeyê yên xwe wergirtin.

 

Image Gallery