Hevşaredarên jin serdana esnafên Licê kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi beşdariya hevşaredarên jin ên 12 şaredariyên navçeyan, li navçeya Licê serdanek ji bo esnafan pêk anî. Di serdanê de daxwazên esnafan hatin guhdarîkirin û li ser xizmetên şaredariyan axaftin hat kirin.

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Şaredariya Yenişehir Safiye Akdag, Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevseroka Şaredariya Çinarê Semra Akyuz, Hevseroka Şaredariya Pasûrê Fatma Ay, Hevseroka Şaredariya Licê Dîlek Diyar Ozer, Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevim Biçici, Hevseroka Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevseroka Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka Şaredariya Erxenî Bîrsen Azak Bayar, Hevseroka Şaredariya Hêne Besile Narîn û Hevseroka Şaredariya Karazê Roza Altindag, bi hev re li navendê navçeya Licê serdana esnafan pêk anî.

Hevşaredarên jin ku yek bi yek serdana esnafan kirin, bi esnafan re sohbet kirin û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin, karûbarên şaredariyan anîn ziman û rêbazên çareseriyê danîn pêş.

 

Image Gallery