Print this page

Li Licê hevdîtina jinan pêk hat

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên jin ên navçeyan, li Taxa Tilê ya Licê bi jinan re hatin cem hev.

Çalakiyên kampanyaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan a bi navê “Gotina Me Neqediya, Em ê Şîddetê Bi Hev Re Bisekinînin” didomin.

Di vê çarçoveyê de, bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Licê û bi xebata hevbeş a Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan bernameyek hate lidarxistin. Di bernameyê de, piştî serdana esnafan, li Taxa Tilê ya Licê hevdîtina jinan pêk hat.

Hevşaredarên jin beşdar bûn

Di bernameyê de, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdag, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz, Hevşaredara Licê Dîlek Diyar Ozer, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredara Baxlarê Leyla Ayaz, Hevşaredara Erxenî Bîrsen Azak Bayar, Hevşaredara Pasûrê Fatma Ay, Hevşaredara Hêne Besîle Narîn û Hevşaredara Karazê Roza Altindag amade bûn.

Bucak: Em dixwazin guh bidin pirsgirêkên jinan

Bucak di çalakiyê de axaftinek kir. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak spasiya eleqe û mêvanperweriya jinan kir. Bucak, bal kişand ser pirsgirêkên binesaziyê yên li gundan û ev tişt gotin:

“Ji bo pêşwazîkirina we gelek spas. Îro em pir kêfxweş in ku em mêvanên we ne. Îro em li Licê li nav esnaf geriyan. Licî pir mêvanperwer in. Em bi rastî piştgiriya we pir hîs dikin. Îro em dixwazin bi hev re biaxivin. Em dizanin ku pirsgirêkên gundan hene. Pirsgirêkên kanalîzasyon an avê hene. Havînê dema hûn baxçeyên xwe av didin, pirsgirêka avê zêdetir dibe. Wekî Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Licê em ê bi hev re, gav bi gav pirsgirêkên gundan çareser bikin. Çi av be, çi kanalîzasyon be, çi asfalt be, em dixwazin hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Lê îro bi taybetî em dixwazin guh bidin pirsgirêkên jinan jî. Pirsgirêkên jinan hem li gundan hem jî li bajaran hene û piraniya wan dişibin hev. Yek ji wan pirsgirêka mafên jinan e. Pirsgirêkên jinan ên di nava malê de hene. Jin gelek dikişînin. Malbat tiştekî girîng e, lê tevî vê yekê gelek pirsgirêk ji zewacê derdikevin holê. Kampanyaya me ya 'Gotina me neqediya, em ê şîddetê bi hev re bisekinînin' a ku me salek berê li dijî şîddetê dabû destpêkirin, didome. Ji ber vê yekê em hatin cem hev. Ger pirsgirêkên bi vî rengî hebin, em dixwazin bi hev re bi awayekî berfireh ser biaxivin."

Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, jinan serpêhatiyên xwe parve kirin, pirsgirêk û daxwazên xwe anîn ziman. Hevdîtin bi banga xurtkirina piştgiriya jinan û têkoşîna hevbeş a li dijî şîddetê bi dawî bû.

 

Image Gallery