Hevşaredar Hatun: Divê em li Rezanê çareseriyeke bê zirara gel bibînin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî "Atolyeya Pêşeroja Rezana Kevin ji Perspektîfa Afat, Veguhertina Bajarî û Koçberiyê" bûn. Hevşaredar Dogan Hatun di vekirina atolyeyê de axivî û destnîşan kir ku divê ji bo avahiyên li navçeya Rezanê (Baxlar) çareseriyek were dîtin bêyî ku zirarê bide gel.

Atolyeya bi navê "Pêşeroja Rezana Kevin ji Perspektîfa Afat, Veguhertina Bajarî û Koçberiyê" bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) û Lijneya Koordinasyona Parêzgehê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, hevşaredarên navçeyan, Hevşaredara Partiya DEM a Bajarê Amedê Gulşen Ozer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û muxtar beşdarî vê atolyeyê bûn.

Hevşaredar Hatun: Heger em bajar bi giştî nenirxînin, Rezan nayê famkirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun di vekirina atolyeyê de axivî û bal kişand ser pirsgirêkên plansaziyê yên ku ji dîroka bajêr heta îro dirêj bûne û wiha got:

"Axaftina li ser kolanên Rezanê ji min re giran tê. 30 salan li Rezanê jiyam. Di erdhejê de mala me hilweşiya. 30 salên jiyana min li kolanên ku em ê niha li ser bipeyivin derbas bûn. Em yek bi yek şahidê hemû kolanên Rezanê ne. Heger em Amedê bi giştî nenirxînin, Rezan nayê famkirin. Divê em hinekî li dîrokê binêrin û dû re li ser ji nû ve avakirina wê bipeyivin. Ev bajêr nêzî 5 hezar salan di Sûrê de jiyaye û 102 sal in derketiye derveyî Sûran. Dema em li hundirê Sûrê dinêrin, em ê nasnameya bajêr bibînin. Divê em mînakê ji wê bigirin ku kolan û cade li dijî sermayê û germahiyê çawa hatine çêkirin, sosyolojiya wê çawa ye. Li devera ji Sûran heta Rêya Trenê binêrin, ew bi plansaziya salên destpêkê yên Komarê hatiye çêkirin, hîn jî beşa ku plansaziya bajêr ya herî baş e ew e. Yanî navçeyên Yenîşehîr û Ofîsê. Çima plansaziyeke ewqas baş heta wir hat kirin û 70 sal şûnde nehat domandin? Dema Komar hate damezrandin plansazî hebû û ruhê plansaziyê jî hebû. Çima piştî Yenîşehîrê ev plansazî nehat pêkanîn? Şaredarî jî hebû, dewlet jî hebû. Wekî tê zanîn 5-6 derbeyên leşkerî çêbûn. Koçberiyeke mezin a bê plansazî jî çêbû. Gelo dema koçberî çêbû rêveberiya bajêr tunebû? Hebû. Ev bajarek e ku xwedî dîrokeke heft hezar salî ye. Serdema destpêkê ya Komarê jî hebû. Çima tu kesî ev plansazî pêk neanî? Rol û mîsyona rayedarên bajêr çi bû? Heger hûn ji saziyên fermî bigire heta rêxistinên sivîl li ser van nîqaş nekin, tiştên ku em ê îro li ser bipeyivin, wê tenê wekî axaftinekê bimînin."

'Divê ji bo avahiyên bi rîsk çareserî were dîtin'

Hevşaredar Hatun biryara "veguhertina bajarî" ya ku di salên 2021-2022an de ji bo Taxa Kaynartepeyê hatibû îlankirin rexne kir û got ku di biryara veguhertina bajarî de ne avahî, lê belê pêkhateya civakî ya taxê wekî bi rîsk hatiye dîtin. Hevşaredar Hatun anî ziman ku ev di qeydên Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de nivîsandî ye û wiha pê de çû:

"Li gorî vê, wan gelê Kaynartepeyê wekî bi rîsk dît, ne avahiyên wê. Gelo em ê îro li ser vê zîhniyetê bipeyivin, an jî li ser hilweşîna zêdetirî hezar avahiyan li bajêr piştî erdheja 2023an? Desthilatdariya navendî gel wekî bi rîsk dibîne û dibêje divê bê valakirin; lê em avahiyan wekî bi rîsk dibînin û dibêjin divê yan bê valakirin yan jî çareserî were dîtin, li cihê xwe were nûkirin. Bajarên bê nasname, kuçeyên bê nasname... Kesên ku di salên 90î de bi koçberiyê li Rezanê bi cih bûn û avahî çêkirin, sosyolojiya Sûrê esas girtin. Hema hema tîpolojiyên wan yek in. Her çend materyalên wan cuda bin jî, tîpolojiya avahiyan yek e. Gel dema li wir bi cih dibe, nasnameya xwe jî bi xwe re tîne. Sosyolojî û hişmendiya xwe bi xwe re anîne û mînaka mîmariya kevn a Sûran veguhezandiye wir. Ji ber ku hinekî ev wekî rîsk dîtin, li wir 'veguhertina bajarî' îlan kirin. Divê plansazên bajêr bi vê nêrînê balê bidin ser meseleyê."

'Divê em zirarê nedin gel'

Hevşaredar Hatun bal kişand ser pêwîstiya ji nû ve avakirina Rezanê bi nasnameya wê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Di apartmana ku ez lê dimam de 30 mal hebûn. Erda wê giştî 60 metrekare bû. Serê malekê 2 metrekare erd dikeve. Hûn ê vê çawa veguherînin? Li tevahiya Rezanê pirsgirêkeke mezin a milkîyetê heye. Çareseriya vê di destê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de ye. Banga me ev e: Pêwîst e hin avahiyên ku temenê wan qediyaye werin hilweşandin û veguherandin. Lê divê ji bo hemû pirsgirêkên avahiyên ku piştî sala 1950î bê plansazî û bê endezyarî hatine çêkirin çareserî were dîtin. Serê her malê 2 metrekare dikeve, ev ê çawa bibe? Ji bo ku mexdûriyet çênebe, em bi hev re, bi gel re; bi saziyên xwe, bi şaredariyên xwe re, bêyî ku zirarê bidin tu kesî, rêyek çareseriyê bibînin. Em ji bo vê amade ne. Fikir û planên me jî hene. Em nasnameya van kolanan baş dizanin. Ev pirsgirêk nikare ji Enqereyê, ji ser nexşeyê, were çareserkirin. Pêwîst e plansaziya çareseriyê ji cihê wê were pêşxistin. Divê em zirarê nedin gel. Divê em Rezanê nekin qada rantê. Armanca me ya yekemîn ew e ku gel mexdûr nebe, avahiyên zexm werin çêkirin, bajarekî paqij û birêkûpêk."

Di vekirina atolyeyê de Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, her wiha Mahsum Çiya Korkmaz jî li ser navê TMMOB ÎKK axaftinek kirin.

Di atolyeya ku dê du rojan bidome de, dê pêşkêşiyên li ser sernavên wekî "Veguhertina Bajarî, Li Şûna Wê Başkirina Bajarî, Nirxandina Avahiya Heyî ya Navçeya Rezanê ji Aliyê Avahîsaziyê ve, Amadekarî Beriya Veguhertinê li Navçeya Rezanê, Ji Bo Rezaneke Li Hemberî Afatan Çi Nêzîkatiya Plansaziyê, Koçberî li Amedê, Xwedî Mafbûn li Rezanê, Pirsgirêkên Milkîyetê û Nêzîkatiyên Hiqûqî, Rolê Rêveberiyên Herêmî di Pêvajoyên Veguhertina Bajarî de û Xwendina Qatkirî ya Pêkhateya Bajarî ya Rezana Kevin" werin kirin.

 

Image Gallery