Zarokên Zarokistanê li şanoyê hatine cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşketina civakî û çandî ya zarokan, xwendekarên ku li Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê perwerde dibin, bi şanoyê re anî cem hev.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo ku zarok bi çand û hunerê re werin cem hev, ji bo xwendekarên ku li Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê perwerde dibin, bernameyek li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de zarokên ku bi perwerdekarên xwe re bi servîsan ji Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê ya Baxlarê (Bagcilar) hatin girtin, anîn salona şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê.

Zarokan lîstika Keçelok temaşe kir

Zarokên ku lîstika "Keçelok" temaşe kirin, tecrûbeyeke xweş, perwerdekar û jibîrnekirî jiyan.

Lîstikvanên Keçelokê, ku zarok jî tevlî lîstikê kirin, bi muzîk û dansên xwe jî bal kişandin ser zarokan.

Lîstika ku çîroka wê ji aliyê Celîl Toksoz ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, wergera wê ya Kurdî ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye kirin û tê de Rêzan Kaya, Elvan Koçer û Şîlan Alagoz rol girtine, serkeftina nehfîbûn, paqijî û dilpakiyê vedibêje.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31