Print this page

Xebatên kesixandina daran li seranserê bajêr dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku darên curbecur ên li ser peyarêyan, refûjan, çatrerêyan, park û qadên hêşîn, pêşveçûna xwe ya saxlemtir bidomînin, li seranserê bajêr dest bi xebatên kesixandinê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo parastina darên li qadên cuda yên bajêr û ji bo ku sibehtir bi hêztir derkevin, dest bi xebatên kesixandinê kir.

Yekemîn xebata kesixandinê, ku armanc tê de ew e ku dar forma xwe bigirin, bi şêweyekî saxlemtir mezin bibin û rîska şikestinê kêm bibe, li Kolana 562. ya Yenîşehîrê hat pêkanîn.

Deverên bi rîsk di pêşiyê de ne

Ekîb, ji bo ku pêşî li windahiyên can û mal ên ku dikarin çêbibin jî bigirin, xebatên kesixandina daran di pêşiyê de li deverên bi rîsk dimeşînin.

Midûriyeta Şaxa Lênêrînê, di vê çarçoveyê de, li Bulvara Mezopotamyayê ya li navçeya Kayapinarê, li cihên xetên elektrîkê yên voltaja wan bilind in, xebatên kesixandina daran pêk anî. Bi xebata hatî kirin, pêşî li rewşên neyînî yên ku dikarin çêbibin, hat girtin.

Xebat dê di mehên zivistanê de bidomin

Li gorî rojeva xebatê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hatiye diyarkirin, xebatên kesixandina daran dê di mehên zivistanê de li refûj, peyarê, çatrerêyan û parkên navçeyên Yenîşehîr, Rezan (Baxlar), Kayapinar û Sûrê bidomin.

Xebatên birîna çîm didomin

Midûriyeta Şaxa Lênêrînê, her wiha ji bo ku qadên hêşîn ên bajêr estêtîktir û rêkûpêktir xuya bikin, li çar navçeyên navendî xebatên birîna çîm û têkoşîna li dijî pûş û pelaxên bejî didomîne.

Di çarçoveya xebatan de, ekîban li Duryana Yonca ya Balafirgeha Amedê, li gel birîna çîm, xebatên têkoşîna li dijî pûş û pelaxî jî pêk anîn.

Di encama xebatên ku ekîban pêk anîn de, Duryana Yonca bû xwedî dîmenek estêtîk.

'Darên pêdivî bi wan heye dê werin kesixandin'

Cevat Yurter ê ji Midûriyeta Şaxa Lênêrînê, derbarê xebatên kesixandinê yên ku têne meşandin de agahî da û got, ew wekî demsalî ketine serdema kesixandina daran û li bajêr nêzîkî 4 milyon û 500 hezar dar hene.

Yurter anî ziman ku darên di bin berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ne û pêdivî bi wan heye, dê di tevahiya zivistanê de werin kesixandin û da zanîn ku ew bi ekîbeke ji 35 kesan pêk tê xebatên kesixandinê dimeşînin.

Yurter destnîşan kir ku li derveyî qada berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin, ew piştgiriyê didin şaredariyên navçeyan û xebatên kesixandina daran ên li qadên gundewarî.

Li qadeke 4 hezar metreçargoşe xebat hatiye meşandin

Yurter bal kişand ser birîna çîm û têkoşîna li dijî pelaxê bejî jî û got ku wan bi 35 xebatkaran li qadeke 4 hezar metrekare xebat meşandine.

 

Image Gallery