Print this page

Hevşaredar Hatun tevlî doza hevşaredarên Şaredariya Akdenizê bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî rûniştina yekemîn a doza ku li dijî Hevserokên Şaredariya Akdenizê yên ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û girtin, Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan, hatibû vekirin, bû.

Li Mêrsînê, piştî ku di 13'ê Çileyê de qeyûm tayînî Şaredariya Akdenizê hatibû kirin û Hevserokên Şaredariyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatibûn girtin, rûniştina yekemîn a doza ku li dijî wan, alîkarên wan ên şaredariyê û rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê pêk hat. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî Mehmet Ruştu Tîryakî, hevserokên şaredariyên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştina ku tevahiya rojê dom kir, Hevserokên Şaredariyê yên girtî Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û Endamê Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar hatin berdan.

Piştî biryara dadgehê ya berdanê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn.

 

Image Gallery