Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, dê di meha Mijdarê de bi beşdariya akademîsyen, perwerdekar, nivîskar û arkeologan, gotûbêjên bîra çandî bi sernavên cuda organîze bike.
Salona Pêşangeha Demkî ya Muzexaneya Bajêr, ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike, dê mazûvaniya gotûbêjên bîra çandî bike. Hemû gotûbêj dê di saet 14.00'an de dest pê bikin.
|
Dîrok |
Dem |
BeÅŸdar |
Sernav |
|
7 Mijdar |
14.00 |
Perwerdekar-Nivîskar Filiz Parlak |
"Pêjgeha Amedê (Diyarbakır Mutfağı)" |
|
8 Mijdar |
14.00 |
Akademîsyen M. Alîşan Budak |
"Çanda Muzîka Bajarî ya Diyarbekirê di Sedsalên 19 û 20’an de" |
|
14 Mijdar |
14.00 |
Nivîskar Mehmet Şimşek |
"Suryaniyên ji Gelên Qedîm ên Amedê (Diyarbakır Kadim Halklarından Süryaniler)" |
|
28 Mijdar |
14.00 |
Arkeolog Doktora Şivan Ayûs û Arkeolog Doktora Fatma Durma |
"Ji Bingeha Leşkerî heta Deverên Pîroz: Kela Zerzevan û Baweriyên Veşartî yên Romayê" |
Gotûbêjên bîra çandî dê derfetê bidin welatiyan ku li ser dîrok, çand û nirxên kevnar ên Amedê agahdariyên kûr bi dest bixin.
Â
