Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku pirsgirêka ava vexwarinê li Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismilê bi awayekî mayînde çareser bike, dest bi xebatan kir.
Midûriyeta Şaxa Bismilê ya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku kêmasiyên binesaziyê yên li Taxa Kooperatîfê ya girêdayî navçeyê, yên ku bi avahîsaziya zêde re derketine holê, çareser bike, xebateke berfireh da destpêkirin. Li taxê ku nêzî 800 mal û 4 hezar û 500 welatî lê dijîn, xeta ava vexwarinê ya nû li kolanên bêbinesazî tê raxistin, di heman demê de xebatên parastin û tamîrkirinê jî li ser xetên heyî têne meşandin.
Xebat bi du qonaxan tên meşandin
Di qonaxa yekem a projeyê de xebatên raxistina torên ava vexwarinê û nûkirina wê didomin, di qonaxa duyem de jî di çarçoveya bernameya veberhênanê ya sala 2026'an de kolandina bîra ava vexwarinê û çêkirina depoya avê tê plankirin. Di çarçoveya qonaxa yekem de, nêzî hezar û 500 metre dirêjahiya xeta ava vexwarinê ya nû wê were raxistin û li 12 nuqteyan jî parastin û tamîrkirin wê pêk were. 750 metreyê xebatan temam bûye.
'Xebat bi awayekî plankirî pêş dikevin'
Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Bismilê Ferat Ozer, der barê xebatên ku tên kirin de ev agahî parve kir: "Me dest bi raxistina tora ava vexwarinê kir ji bo ku em xizmetê bidin 4 hezar û 500 welatiyên ku li nêzî 800 malên Taxa Kooperatîfê dijîn. Piştî pêvajoya plansaziya teknîkî ya bîst rojan, ev çend roj in ku ekîbên me li qadê bi awayekî çalak dixebitin. Di qonaxa yekem de nûkirin û tamîrkirina tora heyî wê bê kirin.”
'Em bawer dikin ku wê pirsgirêk dawî bibe'
Muxtarê Taxa Kooperatîfê Yusuf Başkan jî anî ziman ku nêzî çil sal in pirsgirêkên xeta tora ava vexwarinê û binesaziyê li taxê hene û got: "Em bawer dikin ku bi xebatên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ daye destpêkirin, wê ev pirsgirêk dawî bibin. Înşallah wê ev pirsgirêka çil salan biqede û taxa me bi temamî ji tengasiya ava vexwarinê xilas bibe. Em di vê pêvajoyê de ji bo keda wan, bi navê taxa xwe, spasiya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, û Hevşaredarên Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, dikin."
