Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, wê di çarçoveya "Civîna Ciwanan" de bi xwendekarên zanîngehê re bicivin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin û Meclisa Ciwanan a Konseya Bajêr, wê cara duyemîn "Civîna Ciwanan" li dar bixin. Civîn wê di 19'ê Mijdarê roja Sêşemê, di saet 14.00’an de, li Salona Konferansê ya Zîya Gokalp a Navenda Çand û Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê bê lidarxistin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, wê bi xwendekarên zanîngehê re bên cem hev, daxwazên ciwanan guhdarî bikin û bersiva pirsên wan bidin.
Di çalakiya ku xwendekar wê derfetê bibînin ku ramanên xwe yên li ser rêveberiyên herêmî parve bikin de, her weha Roni Artin û DJ Xodi jî konseran bidin.