Print this page

Ziyareta Amedsporê ji bo Hevşaredaran

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Kulûba Amedsporê Nahit Eren û endamên desteya rêveberiyê kirin mêvan.

Serokê Kulûba Amedsporê Nahit Eren û endamên desteya rêveber, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi rêveberiya Amedsporê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de der barê rewşa Amedsporê de danûstandina fikran hat kirin.

Hevşaredaran ji Serokê Kulûba Amedsporê Nahit Eren û rêveberiya wî re ji bo serdema nû serkeftin xwestin.

Di çarçoveya serdanê de, formaya Amedsporê pêşkêşî Hevşaredaran hat kirin.

Di serdanê de, Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu û Serokê Daîreya Xizmetên Sporê Baran Yilmaz jî bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery