Hevşaredaran xebatên çandina dar û rêyan saxtî kirin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî xebatên çandina daran ên li ser rêya Bulvara Firatê bûn û li cihê wan xebatên çêkirina rêyan ên li herêmê dewam dikin, kontrol kirin.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin, ku li seranserê bajêr xebatên çêkirina rêyan, lênêrîn, binesazî û qada hêşîn didomînin, li ser Bulvara Firatê û Kolana Stadyûmê 80 darên çinarê çandin.

Hevşaredarên Serra Bucak û Dogan Hatun, ku xebatên li qadê kontrol kirin, piştgirî dan karkerên ku dar diçandin û ji yekîneyên têkildar derbarê xebatên têne meşandin de agahî girtin.

Hevşaredaran anîn ziman ku divê xebat bi hûrgilî bêne meşandin û ji karkerên li qadê wezîfedar serkeftin xwestin.

Saxtîya xebatên rêyan

Dûv re Hevşaredaran li cihê wan xebatên kolandin û dagirtina kevir ên li Kolana Jiyanê, Kolana Leyla Qasim û Kolana Çarçira dewam dikin, kontrol kirin.

Hevşaredaran, projeyên rêyan ku armanc ew e ku tengasiyên veguhestinê hêsantir, ewle, rehettir û bi awayekî plansazkirî bigihîjin avahiyeke nû, lêkolîn kirin û ji berpirsiyarên yekîneyên têkildar agahî girtin.

Di kontrolan de Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Karatekin, endamên Meclisê, Alîkarên Sekreterê Giştî Aziz Ozdoğan û Serdar Bakiroglu û serokên daîreyên têkildar, bi Hevşaredaran re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30