Print this page

Çalakî ji bo Hefteya Zarokên Bi Losemî hatin lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Zarokên Bi Losemî ya 2-8'ê Mijdarê de, ji bo zarokên ku li Zanîngeha Dîcleyê tedawî dibin, çalakiyek pêk anî.

Armanca çalakiyê ew e Rêveberiya Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk a Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ji bo balê bikişîne ser losemîyê, hişmendiya civakî biafirîne û bibe hêvî ji bo zarokên bi losemî, bi piştgiriya Klînîka Hematolojî û Onkolojiyê, ji bo bilindkirina morala zarokên bi losemî yên li nexweşxaneyê tedawî dibin, ev çalakî organîze kir.

Di çarçoveya çalakiyê de ji bo zarokan atolyeya boyaxkirina darîn û guhlêdana muzîkê hat kirin. Ji xizmên nexweşan re bi xebatên komî piştgiriya psîkolojîk hate dayîn.

Piştî çalakiyê, diyariyên curbecur li zarokan hatin belavkirin.

 

Image Gallery