Print this page

Nivîskar Parlak, qala pêjgeha Amedê kir

Yekemîn ji gotûbêjên bîranîna çandî yên ku dê di meha Mijdarê de li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi sernavên curbicur bên lidarxistin, bi pêşkêşiya perwerdekar û nivîskar Filiz Parlak a bi sernavê “Pêjgeha Amedê” dest pê kir.

Salona Pêşangeha Demkî ya Muzexaneya Bajêr, ku di bin Serekatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de dixebite, mazûvaniya gotûbêjên bîranîna çandî dike. Perwerdekar û nivîskar Filiz Parlak di gotûbêja xwe ya bi sernavê “Pêjgeha Amedê” de, behsa pirtûka xwe ya bi navê “Meftune - Diyarbakır Mutfağı” kir, ku tê de qala xwarinên kevneşopî yên dayik û dapîra xwe dike û çanda û dewlemendiya metbexa Amedê bi Ermenî, Zazakî, Kurdî û devoka Diyarbekrê nivîsiye.

Parlak anî ziman ku metbexa Amedê, ya ku di navbera Qerejdax û Baxçeyên Hewselê de ye, xwedî dîrokeke bi deh hezaran salan e, û got ku ew di sêgoşeya çandiniya bejî, sewalkarî û rezvaniyê de teşe girtiye. Parlakê bal kişand ser girîngiya birinca Qerejdaxê ya ku xwedî naverokek dewlemend e.

Gelan bandor li hev kiriye

Parlak diyar kir ku li Amedê, ku gelên Ermenî, Cihû, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn, van gelan bandor li hev kirine û xwarinên wan ên hevpar hene. Fîlîzê got ku ev xwarin di rîtuelên wek dawet, şîn û cejnan de cih digirin. Parlak anî ziman ku di pêjgeha Amedê de li gorî erdnîgarî û avhewayê dabeşkirina xwarinên havînê û zivistanê gelekî zelal e; dema havînê xwarinên avî û goştî tên çêkirin, zivistanê bêtir xwarinên bi rûn û dexlî tên çêkirin. Parlakê got ku ziwakirina sebzeyan li ber rojê pir berbelav e û bi saya tava havînê, zebeş, gindor û tirî li gorî deverên din bêtir hingivînî (şêrîn) dibin.

Parlak her weha got ku li metbexa Amedê masîxwarin jî berbelav e û bi bîr xist ku berî kêm bibin, masîyên Çemê Dîcle pir dihatin xwarin. Parlakê her weha zêde kir ku pêjgeha Amedê bi gelek xwarinên quşxaneyê, sebzeyên teze û mast (dew) re, di rastiyê de metbexeke parêzê (diyetê) ye. Her wiha Parlak, qala çêkirina penîrê bîhanî (penîrê teşîkirî) û yê helandî û rûnê nivîşkî yê Amedê, ku metodên parastina şîr in, kir.

Gotûbêjên bîranînê dê di 8ê Mijdarê, saet: 14.00’an de bi sernavê “Çanda Muzîkê ya Bajarvanîya Amedê di Sedsala 19an û 20an de” ji aliyê Akademîsyen M. Alişan Budak ve berdewam bike.

 

Image Gallery