Print this page

Hevşaredar Bucak: Li ser fikra bajarên jinan xwedî dîrokeke girîng in

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna bi navê "Ber bi bajarên jinan ve" de ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin, axivî û got: "Dema ku em behsa bajarên jinan dikin, em ne tenê li ser cih û rêkxistina cihan ji bo jinan dipeyivin, lê belê em behsa demokrasîyeke wisa dikin ku beşdarîya demokratîk, hevgirtinê û azadiya jinan li taxan, apartmanan, gundan û li qadên gundewarî dicivîne û dixwaze hiyerarşiyên di navbera xwe de ji holê rake."

Civîna "Ber bi bajarên jinan ve" ji aliyê Serokatîya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Koordînasyona Amadekar a Bajarê Jinan a Amedê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin.

Di civîna ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Ozer, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, hevşaredarên navçeyan, nûnerên odeyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl û gelek jin beşdar bûn.

'Hevalên me yên jin hene ku têkoşînê mezin dikin'

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di axaftina vekirinê ya civînê de, di serî de Dayikên Aştiyê, silav li hemû jinên ku bi têkoşîneke bi rûmet li dijî sîstema serdest a mêr û kedxwarîyê tevgera jinan anîn van rojan, kir. Hevşaredar Bucak got, "Bêguman têkoşîna tevgera jinên Kurd digihîje salên dirêj û îro gelek ji wan jinên ku bûne xwedîyê vê têkoşînê û rêxistvanên wê, li vir nînin jî, berdewamiya wê heye; di nava xwe de domdarî heye û hevalên me yên jin hene ku bi israr vê têkoşînê mezin dikin û nû têne rêxistinkirin."

'Fikra bajarê jinan bi salan e tê nîqaşkirin'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku gotin, tecrûbe û beşdarbûna jinan wê hevgirtin û fikran mezin bike û diyar kir ku fikra "bajarê jinan" bi salane ji aliyê rêveberiyên herêmî ve tê nîqaşkirin. Hevşaredar Bucak axaftina xwe wiha domand: "Veguherînên li ser vê mijarê bi hewldanên hemû hevalên ku di vê salonê de rûniştine û dibe ku îro di nav me de nebin jî, lê parçeyek ji wê têgihîştinê û rêxistvanên wê ne, pêş ketin. Em wekî rêveberiyên herêmî dema ku behsa bajarên jinan dikin, em ne tenê li ser cih û rêkxistina cihan ji bo jinan dipeyivin, lê belê em behsa demokrasîyeke wisa dikin ku beşdarîya demokratîk, hevgirtinê û azadiya jinan li taxan, apartmanan, gundan û li qadên gundewarî dicivîne û dixwaze hiyerarşiyên di navbera xwe de ji holê rake. Bêguman dema em têkoşîna vê yekê didin, di nêzîkatiya xwe ya ber bi bajarên jinan ve ku em ê îro dest pê bikin, em ê qala têkiliya jinan a bi qada giştî re jî bikin."

'Derbarê ka em ê çawa bajarên jinan ava bikin de xwedî dîrokek girîng in'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku sîstema kedxwarî û serdest a mêr dîsa hewl dide jinan tenê bihêle û wan di malan de asê bike, wiha got: "Ev tiştek e ku em bi salan e li ser diaxivin. Bê guman jin di bajarên me de xwediyê gelek cihan in û ji bo rêveberiyên me yên herêmî xwedî dîrokeke girîng in. Em li cihekî disekinin ku xwedî paradîgmayeke siyasî, civakî û rêveberiyeke herêmî ye ku nîşan dide ka em ê çawa bajarên jinan ava bikin. Ev dîrok bi sê endamên me yên meclîsa jin di sala 1979an li Hilwanê dest pê kir, di sala 1999an de bi sê şaredarên me yên jin berdewam kir û piştre zêde bû û ji sala 2014an vir ve bi kotaya jinan a ji sedî 40 û sîstema hevserokatiyê berdewam kir. Ji bo vê yekê gelek bedel hatin dayîn. Jinên me yên hilbijartî hatin darizandin, ji ber sîstema hevserokatiyê hatin darizandin, ne hêsan e ku mirov bigihêje van deran û pêwîst e ku bedelên hatine dayîn û hewldanên hatine kirin ji nû ve bên nirxandin û bi hêztir bên avakirin."

Piştî axaftina Hevşaredar, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Projeya navborî ku ji bo avakirina zemîneke siyasî ya hevpar li dijî dûrxistina jinan ji jiyana giştî, xizantî, barê lênêrînê û şîdetê hatiye avakirin, armanc dike ku bajarî ji nû ve li ser eksenek azadîxwaziya jinan bifikire û gotin, ked û zanîna jinan bîne rêveberiya herêmî.

Beşdar wê di civînê de di çar sernavan de pêşniyarên konkret pêş bixin: Mafê jinan ê azadî û ewlehiyê li bajêr, keda jinan û aboriya lênêrînê, beşdarî û temsîliya demokratîk û polîtîkayên bîranîn û aştiyê.

Di dawiya civînê de wê daxuyaniya encamê bê ragihandin.

 

Image Gallery