Print this page

Jin li cihê xwe gîha û berhemên bîhnxweş nas dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Atolyeya Cotkariya Gîha û Berhemên Bîhnxweş de, ku li navendên jiyana jinan dest pê kiriye, geştek li dibistana Agroekolojî ya Avhewayê organîze kir.

Atolye li Navenda Jiyanê ya Jinan didome

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo bîranîna têkiliya kevnar a jinan bi xweza re, Atolyeya Cotkariya Gîha û Berhemên Bîhnxweş da destpêkirin û ev atolye li Navenda Jiyana Jinan a Quça ya li navçeya Kayapinarê belaş didome.

Geşta ji bo naskirina nebat û bikaranîna wan

Ji bo jinên beşdarî atolyeyan dibin ji nêz ve gîha û berhemên bîhnxweş nas bikin û qadên bikaranîna wan hîn bibin, geştek bo Dibistana Agroekolojî ya Avhewayê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî hate lidarxistin.

Tevahî 150 jin beşdarî çalakiyê bûn, ku di rojên cuda de wekî 5 koman hat lidarxistin. Di geştê de li ser taybetmendî û qadên bikaranînê yên gîhayên mîna lewente, biberiyê, pûngê ya tibbî, catnip û ekinezya agahî hatin dayîn.

Herweha, jin li ser rêbazên cotkariya agroekolojîk, berhevkirina ava baranê, girîngiya tovên herêmî, çêkirina zibilê kurmikan û çareseriyên civak-bingehîn li hember krîza avhewayê jî hatin agahdarkirin.

 

Image Gallery