Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a 25ê Mijdarê de, li ber Navenda Piştevanî û Hevgirtinê ya Rojîn Kabaiş, starta çalakiyan da.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya şaredariyên navçeyan, destpêka çalakiyên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan a 25ê Mijdarê de hatin organîzekirin, da. Yekem rawestgeha çalakiyên ku bi dirûşma “Ji bo jiyaneke bêşîdet û azad Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin” hatin lidarxistin, Navenda Piştevanî û Hevgirtinê ya Rojîn Kabaiş a li navçeya Rezanê bû.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, endamên meclîsê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozdên Gurbuz Sumer, hevşaredarên navçeyan û nûnerên sazî û dezgehên jinan amade bûn.
'Şîdeta li dijî jinan sîstematîk û siyasî ye'
Daxuyanî ji hêla Rozerîn Dogar a Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ve hate xwendin. Dogar destnîşan kir ku şîdeta li ser mafê jiyanê yê jinan, ne tesadûfî ye, lê êrîşeke sîstematîk, siyasî û serdestiya mêr e, û wiha got: "Kujeriyên jinan, mirinên jinan ên gumanbar û polîtîkayên bêcezakirinê; encama pergalek e ku jinan ji jiyana cemaweriyê dûr dixe, keda wan nedîtbar dike û îradeya wan paşguh dike."
'Em ê li hemî navçeyên Amedê bi jinan re kom bibin'
Dogar anî ziman ku ew ê li hemî navçeyên Amedê bi jinan re bên cem hev û tekez kir ku bi hevdîtinên jinan û xebatên hişyariyê yên ku dê li navenda bajêr, tax, gund û qadên jiyanê bên lidarxistin, ew ê piştevaniya li dijî şîdetê, hêvî û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.
'Em ê bi pêşengiya jinan jiyaneke demokratîk ava bikin'
Dogar diyar kir ku dema dikevin sala duyemîn a kampanyaya “Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin” de, armanca wan e ku piştevaniya civakî ya li dijî êrîşên li ser mafê jiyanê yê jinan xurt bikin û bi pêşengiya jinan, jiyaneke demokratîk, ekolojîk û wekhev bi hev re ava bikin, û wiha dewam kir:
•"Xeta Alîkariyê ya Şîdetê (ALO Şiddet Hattı) ji nû ve hate çalakkirin; dema hewcedariya jinan çêdibe, ew dikarin rasterast piştgiriyê bistînin."
•"Navendên Piştevanî û Hevgirtinê yên Jinan (Kadın Dayanışma Merkezleri) ku di dema qeyûman de hatibûn girtin, ji nû ve hatin vekirin û bi îradeya jinan hatin xurtkirin."
•"Hevdîtinên Jinan û Hevdîtinên Keda Jinan hatin lidarxistin û jin di qada aborî, civakî û siyasî de hatin cem hev."
•"Li park û qadên cemaweriyê xebatên hişyariyê hatin kirin."
•"Di nava şaredariyan de, perwerdeyên li dijî şîdetê, wekheviya zayendî ya civakî û hişyarî hatin pêkanîn."
•"Atolyeyên hilberînê yên ku piştgiriyê didin azadiya aborî ya jinan, bernameyên pîşeyî û torên piştevanî hatin destpêkirin."
•"Bi xebatên perwerdehiyê yên ji bo jinan, xurtbûna wan di warên hiqûqî, psîkolojîk û hişyariya civakî de hate piştgirîkirin."
Dogar di dawiya axavtina xwe de got ku ew ê ji bo jiyaneke bêşîdet û azad têkoşîna xwe bidomînin.
Broşûr hatin belavkirin
Piştî daxuyaniyê, sînevîzyonek hate pêşkêşkirin ku tê de agahiyên têkiliyê yên navendên piştevanî û mekanîzmayên serlêdanê yên şaredariyan hebûn. Piştî pêşandanê, Hevserokan li Kolana Nukhet Coşkun meşiyan û ji bo bilindkirina hişyariya li dijî şîdeta li ser jinan, stîker û broşûr li esnafan belav kirin.