Print this page

Ji bo restorasyona Dêra Surp Sarkis protokol hate îmzekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo restorekirina Dêra Surp Sarkis, ku yek ji hebûnên girîng ên dîrokî û çandî yên navçeya Sûrê ye, bi Weqfa Dêrên Ermenî Surp Dêra Biçûk a Xidir Îlyas û Dêra Surp Gregos a Amedê re protokol îmze kir.

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa navborî de protokol hat îmzekirin, ji bo ku restorasyona Dêra dîrokî ya Surp Sarkis di çarçoveya projeya xizmeta hevpar de bê meşandin. Di çarçoveya protokolê de, Şaredariya Bajarê Mezin dê piştgirîya fînansî bide xebatên nûkirinê yên dêrê.

Li ser vê bingehê, protokol di navbera Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Serokê Weqfa Dêrên Ermenî Surp Dêra Biçûk a Xidir Îlyas û Dêra Surp Gregos Ergun Ayik de hat îmzekirin. Di merasîma îmzeyê de, ji bilî Hevşaredar Bucak, Serokê Weqfê Ergun Ayik, Alîkarê Serok Ohannes Gafur Ohanyan, Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, endamê Komîsyona Bawerî û Kêmneteweyan a Meclisê Îbrahim Turkay û endamê Komîsyona Çandê ya Meclisê Redûr Dîjle jî amade bûn.

Piştî merasîma îmzeyê, Hevşaredar Bucak got, bila protokol ser xêrê be.

Piştgiriya ji bo bîra dîrokî û mîrata pirçandî

Bi protokola ku ji bo parastin, restorekirin û ragihandina Dêra Surp Sarkis ji nifşên pêşerojê re hate çêkirin, tê armanckirin ku beşdarî li bîra dîrokî û mîrata pirçandî bê kirin. Di nav armancan de her weha heye ku xebatên restorasyonê piştgirî bidin turîzma bajêr.

 

Image Gallery