Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, digel endamên Meclîsa Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyan, beşdarî merasîma cenazeyê karkerên ku li navçeya Pasûrê di encama hilweşîna îskeleya vîyadûkê de jiyana xwe ji dest dan, bû.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, di encama hilweşîna îskeleya vîyadûkê ya li ser rêya derdorê de, 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di qezaya ku Şehmus Anustekin, Tahsin Dere û Salih Lale tê de mirin, Mehmet Şirin Yalçiner ê ku rewşa wî giran bû jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 4 karkeran ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK), dermankirina 2 karkerên birîndar jî didome.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, digel Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, pêşî serdana malbata Cuneyt Narin, yek ji karkerên ku rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, kir. Hevşaredar Bucak û Ozer, der barê rewşa Narin de agahî girtin û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Dû re Hevşaredar Bucak û Ozer, digel Hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Fatma Ay û Murat Îpek, Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Berivan Gulşen Sîncar, Hevşaredarê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan, Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Siraç Çelîk û Leyla Ayaz û Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, beşdarî merasîma ku li Goristana Yenîkoyê ji bo karkerên ku jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin, bûn.
Karker Mehmet Şirin Yalçiner, Salih Lale û Tahsin Dere li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin, cenazeyê Şehmus Anustekin jî dê li Goristana Şehîdlikê bê veşartin.
Hevşaredar Bucak û kesên pê re, ji malbatên karkerên ku jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwestin.