Print this page

Hevşaredar Hatun tev li kongreya madenkariyê ya navneteweyî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Madenkariyê ya 29emîn a Tirkiyeyê bû, ku li Antalyayê hat lidarxistin û tê de pêşketinên zanistî û teknîkî yên di pîşesaziya madenkariyê de hatin nirxandin.

Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Madenkariyê ya 29emîn a Tirkiyeyê (IMCET 2025) di navbera 11-14ê Mijdarê de li Antalyayê, li otelekê, tê lidarxistin. Ji bilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, gelek akademîsyenên ji nav û derveyî welêt, nûnerên fîrmayên ku di warê madenkariyê de kar dikin û delegeyên kongreyê jî beşdarî vê kongreyê bûn, ku tê de pêşketinên zanistî û teknîkî yên di pîşesaziya madenkariyê de hatin gotûbêjkirin.

Di Kongreya Madenkariyê ya Navneteweyî de ku 4 rojan berdewam dike, wê:

•Axaftinên vexwendîyan,

•Pêşkêşkirinên daxuyaniyên zanistî/akademîk,

•Kargeh (workshop),

•Û pêşangeheke madenkariyê ya bi beşdariya gelek fîrmayan were lidarxistin.

 

Image Gallery