Print this page

Avên darêtî yên Çermûgê bi tora kanalîzasyonê tên berterefkirin

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxên Saray û Tepe yên navçeya Çermûgê, avên darêtî yên ku gef li ser tenduristiya jîngeh û mirovan dixwarin, bi xeta kanalîzasyonê ya nû xist bin kontrolê.

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên ji bo parastina tenduristiya jîngehê û xurtkirina xizmetên binesaziyê yên li navçeyan didomîne.

Di vê çarçoveyê de, ji bo rêvebirina avên darêtî yên ku li taxên Saray û Tepe yên Çermûgê diherikîn, 250 metreyî xeta kanalîzasyonê hate danîn. Ji bo nêzîkî 200 mal û hezar û 200 niştecihan qirêjiya jîngehê hate kontrolkirin.

'Avên darêtî ketin bin kontrolê'

Serokê Şaxa DÎSKÎ ya Çermûgê, Selam Turan, li ser xebatan agahî da û diyar kir ku ji bo rêvebirina ava darêtî ya ku li taxên Saray û Tepe ser vekirî diherikî, wan dest bi xebata danîna xeta kanalîzasyonê ya 250 metreyî kiribû û got: "Em gihîştin dawiya xebata xwe. Bi vê xebatê re, avên darêtî yên ku diherikîn, bi xeta tora kanalîzasyonê ya 250 metreyî hatin rêvebirin."

Pirsgirêkeke giring a jîngehî û tenduristiyê hate çareserkirin

Muxtarê Taxa Sarayê Şeyhmus Gultekîn jî anî ziman ku di taxê de gelek salan pirsgirêk hebûn û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan serlêdana fermî li Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ kiribû. Gultekin diyar kir ku piştî lêkolînan, ji bo çareserkirina mexdûriyetê dest bi xebatan hatiye kirin û wiha axivî:

"Ev herêma ku em tê de ne, herêmeke ku dê ji bo tûrîzmê bê vekirin. Dibe ku di demên pêş de li vir cihên pîknîkê jî bên terxankirin. Ji ber vê yekê, di rewşa heyî de avên darêtî yên ku diherikîn, bandoreke neyînî li ser jîngeh û tenduristiya mirovan dikir. Ji aliyê tenduristiyê ve rîsk çêdikir. Welatiyên ku malên wan nêzîkî herêma avên darêtî bûn, gilî û gazinên wan ên wekî verêş û gêjbûna mîdeyê çêdibûn. Ez ji ber xebatên hatine kirin spasiya Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ dikim. Wekî niştecihên taxê, em ji xebata hatî kirin razî ne."

 

Image Gallery