Civîna danasîna bernameya bajarên jindost III hate lidarxistin

Civîna danasîna "Bernameya Bajarên Jindost III" ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tê de ye, hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve, ku koordînasyona herêmî ya Bernameya KDK (Bajarên Jindost) bi rê ve dibe, li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hate organîzekirin.

Beşdarên civînê Koordînatora Herêmî ya UNFPAyê Sînem Misirlioglu, Pispora Wekheviya Herêmî ya UNFPAyê Roza Erdede Şaraldi, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û midûriyetên daîreyên têkildar ên Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Di vekirina civînê de, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer ji beşdaran re derbarê "Bernameya Bajarên Jindost III" de agahî da. Gurbuz Sumer got: "Di encama karên me yên li ser bingeha zayenda civakî yên di xizmetên şaredariyê de, plana me ya stratejîk û çalakiyên Serokatiyta Daîreya Polîtîkayên Jinan de, em di nav vê projeyê de hatin bicihkirin."

Koordînatora Herêmî ya UNFPAyê Sînem Misirlioglu danasîna Bernameya KDK pêşkêş kir. Misirlioglu, armanc û hedefên bernameyê vegot û derbarê van Mekanîzmayên Wekheviya Herêmî de agahî da:

•Yekîneya Wekheviya Herêmî,

•Komîsyona Wekheviya Herêmî,

•Lijneya Wekheviya Herêmî,

•Û Plana Çalakiyê ya Herêmî.

Di rûniştina civînê ya piştî nîvro de jî, saziyên ku dikarin li gorî hedefên Bernameya Bajarên Jindost li bajêr çalakiyan bikin û beşdarî bernameyê bibin, tevlî bûn.

Di civînê de, Koordînatora Herêmî ya UNFPAyê Sînem Misirlioglu, derbarê fonksiyona rêxistinên civaka sîvîl di mekanîzmayên wekheviya herêmî de û çarçoveya hevkariyên ku dikarin bi van saziyan re bên avakirin, agahî da.

Di çarçoveya bernameya ku dê bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê (YE), bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û bi cîbicîkirina Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) bê bicihanîn de, şaredariyên ku cih digirin, dê bi avakirina bajarên dostê jinan, li ser asta herêmî pêşengiya wekheviya jin û mêran bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30