Print this page

Serdana Balyoza Fransayê bo Şaredariya Bajarê Mezin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Balyoza Fransayê ya Enqereyê Isabelle Dumont pêşwazî kir.

Balyoza Fransayê ya Enqereyê Isabelle Dumont û Musteşarê Karên Siyasî yê Balyozxaneyê Kilian Vivien ku ji bo çend hevdîtinan hatibûn Amedê, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Piştî pêşwaziyê, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dumont hevdîtinek pêk anîn. Di serdanê de li ser geşedanên rojane yên herêmê nêrîn hatin guhertin.

Hevserok Bucak, kêfxweşiya xwe ji ber serdanê anî ziman û spasiya Dumont kir.

Di dema serdanê de, ligel Hevserok Bucakê, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn amade bûn.

 

Image Gallery