Şêwirmendê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê Jurgis Vilcinskas, û heyeteke ji balyozên dewletên endamên YEyê pêk dihat, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Heyeta ku ji bo têkiliyên cûrbecûr hatibû Amedê û ji Şêwirmendê Nûneratiya YE yê Tirkiyeyê Jurgis Vilcinskas û balyozên endamên YE yên wekî Fransa, Awistriya, Portekîz, Belçîka, Îrlanda, Bulgaristan, Estonya, Yewnanistan, Letonya, Lîtvanya, Luksembûrg, Malta, Romanya, Slovakya, Slovenya û Swêdê pêk dihat, serdaneke rûmetê dan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Heyeta nûneratiya YEyê, li ber deriyê protokole yê şaredariyê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.
Piştî silavdayînê, di hevdîtina ku Hevşaredaran bi heyetê re kirin de, li ser mijarên siyasî, civakî, çandî û aborî pevguhertina nêrînan çêbû.
Di serdana Hevşaredaran de, Demet Ceylan (Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) û Emrullah Gorduk (Sekreterê Giştî) jî amade bûn.
Werger: Omer Dilsoz