Print this page

Li Bismilê kontrola tenduristiyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Gundê Tepekonakê yê ser bi Gundê Guzelkoyê yê navçeya Bismilê, ji bo welatiyan kontrola tenduristiyê pêk anî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, xebatên xwe didomîne ji bo zêdekirina gihîştina xizmetên tenduristiyê li herêmên gundewarî. Di vê çarçoveyê de, tîmên Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Gundê Tepekonakê yê ser bi Gundê Guzelkoyê yê Bismilê, ji bo welatiyan kontrola tenduristiyê ya berfireh pêk anîn.

Hevşaredarên Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn û Guvên Tanrikulu, ligel Midûrê Şaxa Karûbarên Îdarî yê Tenduristiyê yê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Umît Şahîn, beşdarî xebatê bûn.

Tîman welatî muayene kirin, testa hepatîtê, pîvandina tansiyon û şekirê û tespîtkirina koma xwînê kirin, û li gorî encamên hatin bidestxistin, rêberî û agahdariyên tenduristiyê yên pêwîst hatin dayîn.

Di çarçoveya bernameyê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Perwerdehiya tenduristiya dev û diranan ji aliyê personelên tenduristiyê ve ji zarokan re hat dayîn, û ji aliyê Hevşaredaran û tîmên tenduristiyê ve diyariyên cûrbecûr li wan hatin belavkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, armanc dike ku bi kontrolên tenduristiyê yên ku bi rêkûpêk li gundewarên gundewarî têne kirin, gihîştina welatiyan a xizmetên tenduristiyê yên bingehîn hêsantir bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery