Çapemeniya şaredariyê, metropolên din li paş hişt

Bûroya Çapemenî û Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di rapora ku performansa medyaya civakî ya 30 şaredariyên bajarên mezin ên li seranserê Tirkiyeyê dide ber hev de, gelek metropol li paş xwe hiştin û bû 4emîn.

Di rapora ku ji aliyê sîstema şopandina medyayê Ajans Press ve hatiye amadekirin de, Bûroya Çapemenî û Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi giştî di platformên X, Instagram û Facebookê de bi 256 hezar û 257 têkiliyê, xwe di rêza 4emîn de bi cih kir û gelek bajarên mezin li paş xwe hişt.

Bi zêdeyî 229 hezar têkiliyên Instagramê, nîşan dide ku stratejiyên şaredariyê yên ku hilberîna naverokên dîtbarî û têkiliya civakî ya şaredariyê ber bi qada dîjîtal ve birêve dibin, beramberî xwe dibînin. Şaredarî, di platforma X’ê de zêdeyî 12 hezar û di Facebookê de jî dora 15 hezar têkiliyê bi dest xist û di her sê platforman de jî eleqeyeke domdar peyda kiriye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ev serkeftin bi hemû derfetên xwe, bêyî meşandina kampanyayeke reklamê bi dest xistiye.

Ev bilindbûna ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di ragihandina dîjîtal de bi dest xistiye, piştrast dike ku medya civakî ji bo ragihandina projeyan û xizmetên ku li bajêr tên pêkanîn ji bo girseyên mezin wekî amûreke bi bandor tê bikaranîn.

Daneyên di raporê de hatine pêşkêşkirin, aşkere dikin ku Amed ne tenê di asta herêmî de, di heman demê de di asta neteweyî de jî dîtbariya xwe ya dîjîtal zêde kiriye.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30