Print this page

Hevşaredar û hevserokên partiyan firavîn li xwaringeha gel xwar

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimoglullari û Tuncer Bakirhan, û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, xwarina navrojê bi welatiyan re li Xwaringeha Gel a li navçeya Sûrê xwarin.

Hevdîtin bi welatiyan re

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ligel Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê û DBPê, yên ku beşdarî "Civata Hevşaredaran" a ji aliyê Partiya DEMê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hatibû lidarxistin bûn, di navbera hevdîtinê de derbasî Xwaringeha Gel a li navçeya Sûrê bûn.

Hevşaredar û Hevserokên Giştî bi welatiyan re firavîn xwar. Hevşaredaran bi welatiyan re sohbet kir û guh dan pirsgirêk û daxwazên wan. Di vê serdanê de, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan jî cih girtin.

3 Xwaringehên Gel xizmetê didin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, şaxa yekemîn a Xwaringeha Gel di 29ê Tebaxa 2024an de li Kolana Hunerê ya Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê vekir. Şaxa duyemîn di 11ê Mijdara 2024an de li Kolana Emekê ya Taxa Mewlana Xalid a navçeya Rezanê û şaxa sêyemîn jî di 14ê Kanûna 2025an de li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li gorî têgihiştina şaredartîya gelparêz tevdigerin da ku meqesa di navbera dabeşkirina dahatê de teng bike, di van Xwaringehên Gel de rojane ji 3 hezar kesî re xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêş dike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery